STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî divê ku weke ji şerê wekaletî ber bi çûna şerê esaletî bê xwendin û ev tişt got: "Divê kurd li gorî geşedanan her îhtîmalê baş binirxînin, bi pêngavên nerm û stratejîk polîtîkayan bi pêş bixin."
Fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şebiyê Ebû Mehdî El Muhendîs, roja înê di saetên şevê de ji aliyê Amerîkayê ve li paytexta Iraq Bexdayê hatin kuştin. Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût geşedanên ku piştî vê bûyerê qewimîn û şandina leşker a Lîbyayê ya Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxandin.
Bûlût, diyar kir ku dewlet û hêzên serwer, bi ser rêxistinên ku piştgiriya wan dikin li dijî hev şer dikin û wiha got: "Geşedanên ku demên dawîn pêk hatin nîşan didin ku ber bi şerê esaletê ve diçe. Wê rewş wiha berdewam bike? Ev ne diyar e. Şerên esaletî şerên micid in. Di şerên esaletî de dewlet hem bi rêxistinên ku piştgirî didin wan û hem jî ew bi xwe, bi ser komên ku ji xwe re dijmin dibînin ve diçin. "
'DÊ ŞER HÊ BILINDTIR BIBE'
Bûlût, destnîşan kir ku bi salan e planên Îsraîl û Erebistana Siûdî yên rast e rast êrîşa Îranê heye û ev tişt got: "Di vê planê de Amerîkayê qanih nakin. Bi bûyera Silêmanî derket holê ku bi sazîbûnî nîn be jî Amerîka di vê mijarê de hinek qanih bûye. Amerîka bi vê bûyerê peyama astengkirina polîtîkaya berbelavbûna Îranê da û hewl dide ku însîyatîfa xwe ya bi destê Rûsyayê re berdaye, cereke din bi dest bixe. Heke Amerîka Îranê kontrol bike dê bêguman gengeşiya li Iraq, Lubnan, Lîbya, Yemen û Sûriyeyê jî li gorî xwe çareser bike. Lê heke bi ser nekeve dê pevçûn di asteke hê bilindtir de pêk werin."
Di berdewamê de Bûlût bal kişand ser geşedanên li Îdlîb û Lîbyayê û axaftina xwe wiha domand: "Heke; rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê hinekî din bi pêş ve biçe, dê ihtîmal heye ku bi Artêşa Tirk re şer bike. Heman rewş li Lîbyayê jî mijara gotinê ye. Li Lîbyayê siûda Hikûmeta Mutabaqatê ku Tirkiye piştgiriya wê dike gelek kêm e. Ji ber vê yekê ji bilî hêzên ku dişîne dibe ku Tirkiye hêzên xwe jî bşîne. Ev yek jî dê bibe sedema şerê esaletê. Wê ev şer tenê bi hêzên Hafter re pêk neyê di heman demê de bi Misr, Fransa Û dewletên din ên Ewropayê re jî pêk were."
'DIVÊ KURD ÇI BIKIN?'
Bûlût di dawiya axaftina xwe de qala sekna kurdan a li dijî van geşedanan jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Qeyranên ku pêk tên ji bo kurdan dibine sedema firsendê û ji bo nirxandina van fersendan divê kurd polîtîkayên maqûl hilberînin. Di pêvajoyek bi rengî de divê kurd bi aqilekî ser partiyan de tevbigerin. Divê kurd li gorî geşedanan her îhtîmalê baş binirxînin, bi pêngavên nerm û stratejîk polîtîkayan bi pêş bixin. Bi rêya dîplomasiyê parastina deskeftiyên xwe bikin û hewl bidin ku maf û cihên winda kirine careke din bigirin. Heke kurd wiha bikin dikarin van qeyranan wergerînin fersendê."
MA / Nacî Kaya