WAN - Ergîn Aktaş ê ku 2 destê wî tuneye û heta niha Saziya Tipa Edlî (ATK) 5 caran rapora “Nikare li girtîgehê bimîne" daye wî jî, dîsa girtî ye û nayê berdan. Bavê Ergîn, Tahir Aktaş, xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û pêre kurê wî jî bê berdan.
Girtî Ergîn Aktaş ê du destê wî tune ne, li gel ku Saziya Tipa Edlî (ATK) heta niha 5 caran raporên “Nikare li girtîgehê bimîne" dane wî jî dîsa nayê berdan û girtî ye. Aktaş ku bi hezar zor û zahmetiyan li girtîgehê girtî ye, ji ber şertên giran her ku diçe tenduristiya wî bêtir xera dibe. Ji ber şertên girtîgehê nexweşiya tuberkulozê lê zêde bûye, germa laşê wî zêde dibe û bêhalî didome. Aktaş ku li Girtîgeha Metrisê ligel 2 nexweşên rewşa wan giran dimîne, nêzî 10 salin girtî ye û tevî vî halê xwe nayê berdan.
BI GELEK NEXWEŞIYAN RE TÊDIKOŞE
Bavê Ergîn Aktaş, Tahir Aktaş, diyar kir ku kurê wî 2 caran rastî cezayê muebeta giran hatiye û tevî raporên heyî jî nayê berdan. Aktaş, anî ziman ku bedena kurê wî roj bi roj dihile û wiha got: “Dema kurê min du hucreya yek kesî de ma, bi nexweşiya KOAH'ê ket. Piştre ev nexweşî lê bû werem. Piştî demekê leke li kezeba wî çêbû. Kurê min nexweşê giran e û divê bi lez serbest bê berdan."
‘BILA SERBEST BÊ BERDAN'
Bav Aktaş, bal kişand ser rapora ATK’ê ya “Nikare li girtîgehê bimîne" û wiha lê zêde kir: “ATK saziyek girêdayî dewletê ye. Bi serê xwe nikare tev bigere. Lê dozger rapora ATK'ê red dike. Kurê min heta niha 10 girtîgeh guhertine. Niha li gel girtiyên nexweş dimîne. Nikare pêdiviyên wî temîn bikin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta kurê bin perwerdekirina bombeyê dizane kesî naxe cem wî. Em dixwazin kurê min û hemû girtiyên nexweş demek berî demekê bên berdan. Em dixwazin emrê xwe yê mayî bi mere derbas bike. Em tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin li gorî rapora ATK’ê tev bigerin. Kurê min 3 salin bi tena serê xwe dijî. Kurê min rastî cezayekî neheq hatiye. Kurê min ev ceza heq nekiriye. Ez dixwazim bê berdan û ji nûve bê darizandin. Edalet ji bo her kesî lazim e."
Bav Aktaş, anî ziman ku kurê wî Yunus Aktaş di 9'ê Cotmeha 2014'an de dema êrîşên li ser Kobanê şermezar dikir, hat kuştin û wiha bi dawî kir: "Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn, lê hêj kujerê kurê min nedîtine û hêj nehatiye darizandin. Daraza ku kujerê kurê min serbest berdide, kurê min ê destê wî tune di girtîgehê de dihêle. Daraza ku du caran cezayê muebbetê daye kurê min, kesên ku kurê min ê din kuştiye ronî nakin û dernaxin pêş darazê. Li vî welatî edalet wisa ye."
MA / Adnan Bilen