WAN - Girtî Mehmet Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê name şand û diyar kir ku li girtîgehê ewlehiya wan tune ye.
Girtî Mehmet Sayilgan, ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê ku lê girtî ye, ji malbata xwe ya li Mûşê re name şand û diyar kir ku ewlehiya wan tune ye. Sayilgan, di nameya ji malbatê re şand de wiha got: "Rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Bi rêk û pêk girtiyên nexweş tedawî nakin. Di hevdîtinê de aloziyan derdixin. Li ser hewşê tel danîne û kirine wekî qefesê. Li ser navê legerînê li kawişan lêgerîn dikin. Ji qantînê bi buhayê pir zêde tiştan difiroşin me. Xwarinê pir hindik didin me. Ewlehiya me tune ye. Dema em diçin derve danişînê ango nexweşxaneyê me di cîhaza X-Ray re derbas dikin. Bi hinceta di cilê me de bişkovkên hesin hene, tulum li me dikin. Vê yekê li ser malbatan jî ferz dikin. Dibêjin an hûnê van tûlûman li xwe bikin an jî em we dernaxin hevdîtinê." Dixwazin bi zorê van cilan li girtî û malbatan bikin. Mafê me yê spor, sohbet û xebatên civakî bi sînor dikin û asteng dikin. Di rojên hevdîtina vekirî de ewil girtiyan dişînin salona hevdîtinê û piştre malbatan dişînin. Lê heta ku malbatan di lêgerînê re derbas dikin, dem derbas dibe. Ji ber vê yekê hevdîtin dereng dest pê dike û dema me ya hevdîtinê kin dikin. Hêj malbat nehatine wekî ku hevdîtinê dest pê kiribe, ji dema hevdîtinê dixwin û heqê me yê hevdîtinê dixwin. Hin caran heta malbat tên salonê tenê 5 deqîqe dimîne. Radyoyên me yên di serdema OHAL'ê de dest danîn ser hêj nedane me. Dema em dixwazin bi pereyên xwe radyoyên pêl kurd ji kantinê bistînin jî nadin me. Her çend OHAL bi fermî bi dawî bûbe jî hêj bi fîîlî didome. Dema em dixwazin odeyan biguherînin jî taloq dikin. Li ser navê jimartinê rojê 2 caran lêgerîn dikin.
Bi armanca provokasyonê em rastî êrîşan tên. Li Girtî Medet Oruç îşkence kirin. Hêj li koridoran gefan li me dixwin. Li vê girtîgehê ewlehiya me tune ye.
Ji pirtûkxaneya Bilge kataloga pirtûkan ji mere şandin. lê bi hinceta navê pirtûkên qedexe nehe vê yekê nadin me. Nameyên ku em ji sefaretxaneyan re dişînin desteser dikin. Dema em diçin Revîr û nexweşxaneyan em rastî pirsgirêkan tên. Personel wekî eskeran nêzîk dibin. Ev girtîgeh wekî saziyek eskerî ye. Alav û amûrên li kantînê difiroşin pir buha difiroşin. Berber 3 deqîqeyan parê me jê dike û pir xerab çê dike."