STENBOL - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, bertek nîşanî protokola perwerdeya olî ya di girtîgehan bê dayîn a di navbera Wezîrê Dadê û Serokatiya Karê Diyanetê de hat kirin, da û got: “Desthilatdarî dibin navê perwerdeya olî de, dixwaze li girtîgehan binesaziyek kîndar pêş bixe.”
Protokola di navbera Wezîrê Dadê û Serokatiya Karê Diyanetê ya ji bo ku perwerdeya olî di girtîgehan de bê dayîn, di 3’yê Kanûna 2019’an de hat îmzekirin.
‘DIXWAZIN BINESAZIYEK KINDAR PÊŞ BIXIN’
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, derbarê protokola hat îmezkirin û armancên wê de axivî. Kaya, diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê, li şûna ciwanên oldar, mîlîsên kolanan û kîndar pêş xistine. Kaya, da zanîn ku desthilatdarî dixwaze bi van xebatan, binesaziyeke parastinê ya li dijî mûxalîfan pêş bixwe û wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi vê protokola girtîgehan jî binesaziyek kîndar perwerde bike û pêş bixwe. Îro li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde ne. Divê ku desthilatdarî berî perwerdeya olî, şert û mercên jiyana mirovan sererast bike.”
‘MAFÊ MIRINA MÎROVÎ JÎ PIR TÊ DÎTIN’
Kaya, da zanîn ku divê li girtîgehan, qadên ku girtiyên edlî xwe li mijûl bikin hebin û wiha bilêv kir: “Bêguman divê hemû pêdiviyên perwerdê yên girtiyan bên bi cih anîn. Lê ger desthilatdarî, ji bo xizmeta girtîgehan ji dil be, divê berî her tiştî şertê jiyana bi tendurist sererast bike. Li girtîgehan, dibin şert û mercên herî giran de, pêkanînên dij mirovî ferzî girtiyan tên kirin. Ji ber ku girtî li girtîgehan nayin derman kirin, jiyana xwe ji dest didin. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Bi sedan girtî bi mirinê re rû bir û ne. Li girtîgehan bihêlin mafê jiyanê, mafê miriina mirovî jî pir tê dîtin.”
‘NE JI DILIN’
Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Divê desthilatdarî berî perwerdeya olî, edalet, aştî û hizûrê pêk bîne. Ger desthilatdarî ji dil bûye, berî her tiştî wê edaet bi cih bi aniya. Ji xwe piraniya Tirkiyeyê veguheriye girtîgehek ser vekirî. Êdî mirov ditirsin biaxivin. Desthilatdariyê bi van polîtîkayên xwe mirov nexweş kirine. Mirov nikarin biaxivin, fikir û ramanên xwe bînin ziman. Di civakê de hêvî û bawerî nemaye. Bi hezaran mirov gehiştine asta întîharê. Tirkiyeke ku divê bê tedawî kirin avakiriye. Niha jî radibin dibêjin, ew ê mirovên di nava çar dîwaran de bi perwerdeya olî tedawî bikin.”
MA / Erdogan Alayumat