QERS - Hevşaredarên HDP'î piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de li Qersê şaredarî qezenç kirin û hatin ser kar di sala 2019'an de 345 hezar masrafa lêçûna zêde kêm kir. Dema şaredarê MHP'ê li ser kar bû jî di sala 2018'an de 1 milyon û 703 hezar TL pere zêde xerç kiribû.
Rêxistina HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de şaredariya Qesrsê qezenç kir. Hevşaredarên HDP'î piştî hatin ser kar ewil mesrefa zêdekêm kirin û lêçûn daxistin. Dema şaredarî di destê MHP'ê de bû lêçûn zêde bû, piştî şaredarî ket destê HDP'ê lêçûn kêm bû. Piştî HDP'ê şaredarî qezenç kir û Hevşaredar Şevin Alaca û Ayhan Bilgen, hatin ser kar, êdî şaredariyek mînak ava dikin û rê li pê lêçûnên zêde digirin.
Di dema MHP'ê de herî zêde lêçûn, li mêvan, merasim û xebatên keyfî hatin xerçkirin. Lê piştî HDP hat ser kar rê li pêş van lêçûnan girt. Di lêçûna rê, xwarin, vexwarin, mêvandariyê de ji sedî 80 lêçûn kêm kir. Di serdema Şaredarê MHP'î Murtaza Karaçanta ya sala 2018'an de heqê mevandarî, xwarin û vexwarinê bi giştî 1 milyon û 703 hezar tl hat xerçkirin. Lê di serdema Hevşaredarên HDP’ê Alaca û Bilgen de di 9 mehên dawî yên 2019'an de ji sedî 80 tasarruf kirin û 345 hezar tl lêçûn kêm kirin. Piştî Nîsana 2019'an de ji lêçûna ji sedî 75'an kêm bûye û 600 hezar tl ketiye ser butçeyê. Dîsa fatûrayên avê hatine razandin û bacên çop û emlakê hatine dayîn û ji tahsîlatên fatûrayan ji sedî 70 zêde bûye.
DAWÎ LI KARÊ 110 PERSONELÊN BANKAMATÎKAN ANÎN
Piştî HDP hat ser kar dawî li karê 110 personelên bankamatikê anîn.