ENQERE - HDK’ê piştî 10'emîn Kongreya xwe ya giştî Hevberdevkên xwe hilbijartin. Ji bo hevberdevkên nû Sedat Şenoglu û Îdil Ugurlu hatin hilbijartin.
10'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dawî bû. HDK’ê piştî axaftinan û raporên di lijneyê de hatin xwendin, hevberdevkên xwe hilbijart û ji bo Hevberdevkên HDK'ê Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu hatin hilbijartin. Di lijneya Giştî ya HDK'ê de rêzikname hat guhertin. Di rêziknameyê de hêjmara endamên meclîsa giştî ji 121 kesan daxistin 101 kesan. Ji bo lijneya giştî jî tevî hevberdevkan ji 25 kesan daxistin 19 kesan. Di rêziknameyê de pênaseya LGBT yan wekî LGBTİ+ hat guhertin. Di rêziknameyê de xala avakirina meclîsa temenmezin û teqawîtan lê hat zêdekirin.
Dîsa biryar dan ku komîsyona edaletê bê avakirin û têkoşîna li dijî Projeya Kanal İstanbul wekî têkoşînek sereke hat dîtin. Ji bo 10'emîn Meclisa Giştî ya HDK’ê 101 kes hatin hilbijartin.