STENBOL - Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Parka Gezî de polîsan bi bombeya gazê birîndar kir û piştî 269’an rojan jiyana xwe ji dest da, bi bûneya rojbûna xwe li cihê lê birîndar bibû, hat bibîranîn.
Berkin Elvan ê di 16'ê Hezirana 2013'an de li Semta Okmeydani ya Stenbolê di dema çalakiyên Parka Gezî de ji mala xwe çû nan ji firinê bistîne, bi guleya plastîkê ya polîsan bi giranî birîndar bû û piştî li Nexweşxaneya Perwerdehiye ya Okmeydani 269'an ma, di 11'e Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da, bi bûneya rojbûna xwe li cihê lê birîndar bibû, hat bibîran în.
DAYIKA ELVAN BERTEK NÎŞANÎ POLÎS DA
Polîsan cihê Elvan lê birîndar bûbû kirin ablûkê û maşineyên zirxî li ketin û derketina taxê bi cih kirin. girtin. Dayika Elvan Gulsum Elvan berî ku bîranîn dest pê bike, bertek nîşanî vê helwesta polîsan da û got: “Ji xwe şerim bikin. Xunehê min bi we tê.”
'LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ WÊ DEWAM BIKE’
Endama Yekitiya Xwendkarên Lîseyê Nazli Yoyler, di bîranînê de axivî û got: “Ev 6 salin lêgerîna me ya edaletê ya ji bo Berkîn Elvan dewam dike. Piştî 6 salan ji nû de cihê bûyerê hat lêkolînkirin. Em ji bo hevalê xwe Berkîn edaletê dixwazin. Em ji bo dostê xwe Berkîn, xwişka xwe Ceylan Onkol, hemû xwişk û birayên xwe yên zarok edaletê dixwazin.”
‘TU YÊ NIHA 21 SALÎ BÛYA’
Dûre dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibe. Elvan, da zanîn ku ger Berkîn bijiya wê niha 21 salî bûya û wiha got: “Wê demê me yên rojbûna wî ne bi vî awayî, bi awayekê din pîroz bikira. Hev hemû zarok Berkînin. Ew nemiriye, dijî. Em ji bo hemû zarokan daxwaza edaletê dikin. Bila ji bo zarokên din bibe hêvî.”
Piştî daxuyaniyê ji bo Elvan fanosên hêviyê firandin.