AMED – DMME'yê ji bo girtiyên bêyî xwesteka wan, wan dişînin deverên ji malbata wan dûr gotibû: "Binpêkirina mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatî". Lê belê ji dêvla ku biryara navbirî pêk bê, berevajî wê pêk tê û heta niha ji 32 hevşaredarên HDP'î 24 jê sewqî girtîgehên dûrî îkametgahên xwe hatine kirin.
Îdareya girtîgehê bêyî xwesteka wan girtiyên bi navê Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm Tekîn şandibûn girtîgeheke dûrî malbata wan. Piştî vê girtiyan îtiraz kiribû û serlêdan pêk anî bû. DMME'yê jî di Cotmeha 2019'an de Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kiribû û gotibû a hatiye kirin "binpêkirina mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatî" ye. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwestibû 6 hezar eûro tazmant bide girtiyan. Lê dîsa jî Tirkiyeyê dev ji polîtîkaya xwe ya sewqkirina girtiyan a ji bo deverên dûr berneda. Hevşaredarên HDP'î jî nesîbê xwe ji vê polîtîkayê girtin.
Hevşaredarên di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin, di 19'ê Tebaxa 2019'an de hêdî hêdî qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. HDP'ê di hilbijartinê de 65 şaredarî bi dest xistibûn û ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta namzetên wan berê bi KHK'yan hatine îxrackirin, mazbata hevşaredaran nehat dayîn. Heta niha bi giştî qeyûm tayînî 32 şaredariyên HDP'ê hatine kirin û 32 hevşaredar ji peywirê hatine dûrxistin.
Ji 32 hevşaredarên ji peywirê hatin dûrxistin, 27 jê hatin girtin. Ji van hevşaredaran hevşaredarên Şaredariay Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz demek berê hatin berdan. Niha 24 hevşaredar girtîne.
Ewilî 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Ji hevşaredarên van şaredariyan Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 22'yê Cotmehê de, Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz û Hevşaredara Şaredariya Karazê Rojda Nazlier bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Her sê hevşaredar ewilî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê û piştş 4 rojan wan şandin Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ku 563 kîlometre dûrî îkametgaha wan e.
Her wiha di 22'yê Cotmehê de Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Çetînê jî pêşî birin Girtîgeha Wanê û paşê jî wê birin Girtîgeha Osmaniyeyê ku 791 kîlometre dûrî îkametgaha wê ye.
Hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di 16'ê Îlonê de hatibûn girtin. Taş û Ay, pêşî birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Paşê Taş birin Girtîgeha Osmaniyeyê ku 437 kîlometre dûrî îkametgaha wî ye û Ay jî birin Girtîgeha Tarsûsê ku 570 kîlometre dûrî îkametgaha wê ye. Taş û Ay di danişîna ewil de hatin berdan.
ŞANDIN GIRTÎGEHEKE HEZAR Û 27 KÎLOMETRE DÛR
Hevşaredara Şaredariya Qereyazi ya Erziromê Melîke Goksû jî di 17'ê Îlonê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wî şandin Girtîgeha Jina ya Sîncan a Enqereyê ku hezar û 27 kîlometre dûrî îkametgaha wê ye.
JI COLEMÊRGÊ ŞANDIN XARPÊTÊ
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman û Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar jî di 18'ê Îlonê de hatin girtin û wan birin Girtîgeha Xarpêtê ku 631 kîlometre dûrî îkametga wan e.
JI MÊRDÎNÊ ŞANDIN WANÊ
Her wiha Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz jî biribûn Girtîgeha Xarpêtê ku 306 kîlometre dûrî îkametgaha wê ye û Hevşaredara Ferhat Kût jî biribûn Girtîgeha Wanê ku 430 kîlometre dûrî îkametgaha wî ye. Hevşaredara Semîre Nergîz di 15'ê Mijdara 2019'an de hat berdan.
BI RÎNGÊ BIRIN
Hevşaredarên Şaredariya Îpekyolûyê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt jî di 11'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Yacan û Kûrt pêşî birin Girtîgeha Wanê û paşê wan birin Girtîgeha Erziromê ku 378 kîlometre dûrî îkametgaha wan e.
DAIŞ'Ê KEÇA WÊ KUŞT, BÛ HEVŞAREDAR Û HAT GIRTIN
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku di teqîna DAIŞ'ê de ya li gara Enqereyê keça wê û gorima wê jiyana xwe ji dest dan, di 12'ê Mijdarê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wê şandin Girtîgeha Tarsûsê ku 410 kîlometre dûrî îkametgaha wê ye.
Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin di 13'ê Mijdarê, Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu di 14'ê Mijdarê û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmmez jî di 15'ê Mijdarê de û Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz jî di 9'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin. Her çar hevşaredar jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tarsûsê. Girtîgeha Tarsûsê 442 kîlometreyan dûrî îkametgaha Oncu, 583 kîlometreyan dûrî îkametgaha Ozaydin, 651 kîlometreyî dûrî îkametgaha Esmez û 572 kîlometre jî dûrî îkametgaha Yilmazê ye.
JI MÛŞÊ BIRIN MEREŞÊ
Hevşaredara Gimgima Mûşê Ulku Karaaslan jî di 18'ê Kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wê şandin Girtîgeha Osmaniyeyê ku 692 k,lometre dûrî îkametgaha wê ye. Her wiha di heman rojê de Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû jî bi heman îdiayê hat girtin wî şandin Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ku 700 kîlometreyî dûrî îkametgaha wî ye.
Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr jî di 23'yê Kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Erziromê ku 317 kîlometre dûrî îkametgaha wan e.
Hevşaredarên Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç û Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan jî di 9'ê Kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Lê belê her sê hevşaredar sewqî girtîgehên bajarên din nekirin wan şandin Girtîgeha Wanê.
JI BO BIRYARA DMME'YÊ SERÎ LI DADGEHÊN ÎDARÎ DAN
Parêzerê girtî Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm Tekîn Parêzer Sîdar Avşar, anî ziman ku di ser biryara DMME'yê re 4 meh derbas bûne lê belê hîn jî pêk nehatiye. Avşar, da zanîn ku ji bo vê biryara di wesfê biryareke emsal de ye hin serlêdann nû kirine, lê belê daxwaza wan î ji bo girtî sewqî deverên nêzî îkametgaha xwe bên kirin pêk nehatiye.
Parêzer Avşar, got: "Heta niha serlêdanên me nehatine bersivandin. Di qanûnê de tê diyarkirin ku divê di nav 60 rojî de bên bersivandin. Lê ji ber nehatin bersivandin me serî li dadgeha îdarî da. Niha doz dewam dikin. Di serlêdanên din de jî biryara nehat aşkerekirin. Yanî em dikarin bêjin ku dewlet biryara DMME'yê pêk nayne, berevajî wê tev digere".