STENBOL – Li hêlekê wezaret ji bo pêşî li ber şideta jinê bê girtin qanûnan çê dike, li hêla din jî hikûmet pêşnûmaya "ji bo îstimarkirina zarokan efûya bi zewacê" tîne meclîsê. Parêzer Sezîn Ûçar, got: "Armanca îktîdarê jinê di bin tehde û pêkûtiyan de bihêle".
Li gelek bajaran piştî jin bi awayekî girseyî daketin qadan û nerazîbûnên xwe yên ji bo cinayetên jinan nîşan dan, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî giştînameyek weşandin. Lê belê hîn jî tê nîqaşkirin ku wê ev giştîname pirsgirêkê hel bikin an an. Lê belê li hêla din jî wê roja sêşemê li Meclîsê pêşnûmaya qanûna "ji bo îstismarkirina zarokan efûya bi zewacê" bê munaqeşekirin.
Jinan xwest demidlest dev ji vê pêşnûmayê bê berdan.
Parêzer Sezîn Ûçar, polîtîkaya AKP'ê ya derbarê jinê de nirxand û got, dixwaze bi qanûnan destkeftiyên jinan tune bike û di bin navê 'parastina malbatê' jî jinê di bin tahde û pêkûtiyan de bihêle.
Ûçar, bal kişand ser giştînameya hat weşandin jî û got, ev giştî name ne ji bo pêşîlêgirtina şideta li ser jinê ye. Ûçar, got: "Heger Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şideta li Ser Jinê ya Jimare 6584'an û Peymana Stenbolê pêk bihatana, wê pêşî li şidetê bihatana girtin. Gava qanûn bên çêkirin û derxistin lê pêk neyên bêwate ne".
POLÎTÎKAYA WEKHEVIYA ZAYENDÎ
Ûçar, diyar kir ku piştî bertekên li hemberî zêdebûna cinayetên jinan, îqtîdar qekî ku li hemberî vê yekê têdikoşe bîrbiriyekê dide der û got: "Ji bo vê divê mirov mêze bike; Îqtîdar polîtîkaya wekheviya zayendî pêk tîne nayne. Dixwaze bertekên jina yên li hemberî şidetê piştguh bike û wekî ku jinê esas digire tev digere. Ev xapandin e. Heta wekheviya zayendî pêk neyê wê şidet jî dewam bike. Li hemberî vê wê têkoşîna jina jî dewam bike".
GIŞTÎNAMEYA DAWÎ
Parêzer Ûçar, ew ê giştînameya dawî bişopînin û bal kişand ser pirsgirêkên di giştînameyan de: "Di giştînameya dawî ya Wezareta Karên Navxweyî de tê gotin divê ji bo pêşîgirtina li şidetê û kontrolkirina hêrsbûyînê wê perwerdehî bê dayîn û di warê derûnî de destk bê dayîn. Lê em vê rewşê bi vî hawî pênase nakin. Ji ber ku zilam dibêje ez dikarim bi jinê loma şidetê pêk tîne. Ji bo vê berê digotin bira bên 'xesandin'. Lê em li ber vê rabûbûn. Ev diyardeyek e ku ji ber newekehviyê dû dide".
Her wiha Ûçar, destnîşan kir ku bi salan e AKP di mijara "Ji bo îstismarkirina zarokan efûya bi zewacê" israr dike û got, ev rengvedana karaktera dewleta pederşahî ye.