MELETÎ – Li Meletiyê, polîsan dest danî ser tûtinê. Lewhayên wan î bacê yên ji bo firotina tûtinê hene, lê dîsa jî polîsan dest danî ser tûtina wan. Esnafan xwest ev mexdûriyet bê helkirin û gotin, heger mesele neyê helkirin wê dest bi çalakiyan bikin.
Li Meletiyê di 2'yê Çileyê de polîsan avêtibû ser dikanên tûtinfiroşan û dest danî bûn ser tûtinên wan û amûrên wan î tûtinê. Piştî vê tûtinfiroş çûbûn ber avahiya AKP'ê ya Meletiyê û bertek nîşan dabûn. Her wiha esnaf çûn cem Walî Aydin Barûş jî. Lê belê dîsa jî mesele hel nebûye. Tûtinfiroşan diyar kir ku lewheya wan î bacê heye, lê dîsa jî rabûne dest danîne ser tûtina wan û gotin, ew vê tûtinê diçînin û pê debara xwe dikin, ji xeynî vê tûtinê karekî wan tuneye.
Tûtinfiroş Erkan Oy, anî ziman ku ji Çêlikan a Semsûrê ye û ji zarokatiya xwe ve di nav erdên tûtinê de dixebite. Tot, destnîşan kir ku li Meletiyê ji sê parê gel parek debara xwe bi tûtinê dike û got: "Doganşehir, Erkenek, Surgu, Akçadag, Kûrcûova hemû tûtinê datînin ûs erbest e. Lê bi vî awayî anbe. Wekî berên din divê tûtin jî serbest be. Em debara xwe bi tûtinê dikin. Li Çêlikanê serê malê du donim erdê wan heye. Wê çi biçînin. Em çi biçînin jî têra me nake".
KEDA WAN TÊ BINPÊKIRIN
Esnaf Alî Avci jî anî ziman ku bi salan e ew û zarokên xwe bi şev û biroj li nav erdan xebitîne û tûtin çê kirine. Avci, diyar kir ku lewheya wan î bacê heye û dîsa jî rabûne dest danîne ser tûtina wan. Avci, got: "Bi operasyonê tûtina me giş berhev kirin û birin. Avêtin çopê. Ez rizqê me ye. Çima çav berdane nanê me. Heyf e, divê nanê mirovan neyê hebakirin. Em debara xwe bi tûtinê dikin. Em zarokên xw ebis aya wê didin xwendin. Em nexweşên xwe bi saya wê dibin nexweşxaneyan. Yanî her tiştê me tûtine".
‘EM QAÇAXÇÎTIYÊ BIKIN ÇÊTIR E'
Avci, da zanîn ku bi salan e li ber çavê dewletê tûtinê datînin û difiroşin û got: "Bacê didim, fatûreyên min hene. Em wê ji derveyî welat naynin. Em baca xw ejî didin. Em bi malbatî tahbê pê re dibînin. Tu dibê qey me qaçaxçîtî kiriye davêjin se rme û dest datînin ser. Me qaçaxçîtî bikira jê çêtir bû. Ma qey hûn dixwazin milet qaçaxçîtiyê bike?"
Serokê Odeya Esnafan a Dikandar û Bayiyan a Meletiyê Azîz Hamamci jî anî ziman ku gel mexdûr bûye. Hamamci diyar kir ku tûtina esnafan hemû hatiye desteserkirin û got: "Ji ber vê esnaf di warê aborî de tengijiye. Hêvîdar im siyasetmedar vê meseleyê hel bikin. Heger wisa dewam bike wê esnafên me perîşan bibin. Wê bibe sebeba pirsgirêkên mezin. Em ê li ser vê meseleyê biskinin".