ŞIRNEX - Derketibû holê ku qeyûmê Cizîrê, bia wayekê bêhiqûqî bi encûmenên şaredariyê re civînek çê kiriye. Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hat dûrxistin, diyar kir ku qeyûm bi çêkirina vê civîna bêhiqûqî re sûc kiriye û got, biryara ku di civînê de hatiye girtin jî de di erka meclîsê de ye.
Di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû jî bûbû qeyûm. Derketibû holê ku qeyûm Sînanoglû di bin navê "Diyarkirina Desteya Rêvebiriya Şîrketa Anonîm a Xebatkarên Şaredariya Cizîrê" de bi encûmenên şaredariyê re Civîna Meclîsa Şaredariyê çê kiribû. Qeyûm, çêkirina civînê jî spartibû xala 31'ê a qanûan şaredariyê. Lê belê di vê qanûnê de tê gotin ku civîneke bi vî rengî ne mimkun e.
Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji peywirê hat dûrxistin, anî ziman ku hem civîn hem jî biryarên hatine girtin ne daxilî erka meclîsê ne.
Zirig, bilêv kir ku her roj tiştekî din li pêkanînên kêfî zêde dibe û got, piştî tayînkirina qeyûman jî pêkanînên bêhiqûqî dewam dikin. Zirig, destnîşan kir ku herî dawî jî erka endamên meclîsê hatiye binpêkirin û got: "Derbarê endaman de tu tiştekî qanûnî, girtin û dûrxistina ji peywirê tuneye, lê belê niha em bi fesixkirina meclîsê re rû bi rû mane".
'SÛC LI SER SÛC'
Zirig, bal kişand ser civînên bêyî endamên meclîsê tên çêkirin û got: "Encûmenên karmend ên şaredariyê tayîn kirine û ji dêvla meclîsê tiştan dikin". Zirig, destnîşan kir ku qeyûm bi erkên ku tunene radibe civîna meclîsê çê dike û a hatiye kirin jî sûc e.
Zirig, got: "Sûcek hatiye kirin û bi tişta kirine sûceke din kirine. Bêhiqûqîtiya li ser bêhiqûqîtiyê ye".
Zirig, destnîşan kir ku rayedar hay ji qanûna tunene û got: "Tişta hatiye kirin ji kêfiyetê jî wêdetir e".