STENBOL - Ji 5 hunermendên endamên Grûp Yorûmê ku 201 rojekî ye di greva birçîbûnê de ne Îbrahîm Gokçek, açalakiya xwe wergerand rojiya mirinê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya 5 endamên Grûp Yorûmê ku 3 ji wan girtîne gihîşt 201 rojekî. Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ku ji 1'ê Adara 2019'an ve li Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê girtî ye, duh çalakiya xwe ya greva birçîbûnê wergerand rojiya mirinê. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Huseyîn Bogatekîn, duh çibû girtîgehê û bi Gokçek re hevdîtin pêk anîbû.
Bogatekîn têkildarî rewşa Gokçek ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Gokçek bi meşê bi zorê hatiye hevdîtinê û wiha got: "Gelek jar bûye. Di axaftinê de zehmetî dikişand û timik devê wî ziwa dibû. Ev çavdêriyên min in. Wî tu giliyeke xwe ji min re nanî ziman û diyar kir ku çalakiya xwe werdigerîne rojiya mirinê. Gelek bi moral bû. Wê paşde gav navêje."
Endamên Grûp Yorûmê bi daxwaza endamên wan ên girtî bên berdan, biryara girtinê ya derbarê wan de hatiye dayîn bê rakirin û qedexeyên konserên wan bi dawî bibin, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.