Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Kirbayir: 40 salin li birayê xwe digerim

img

STENBOL - Dayikên Şemiyê, bi boneya windabên dîtin û kujer bên darizandin û aqûbeta windayan bê ronîkirin, bang li hemû parazvanên mafên mirovan kirin ku têkoşînê mezin bikin. Mikaîl Kirbkayir jî anî ziman ku 40 salin li birayê xwe Cemîl Kirbayir digere. 

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di destpêka sala 2020'an de dîsa li hev kom bûn û xwestin aqûbeta windayan ronî bibe û winda bên dîtin û kujer bêrizandin. Dayikên Şemiyê di hefteya 771’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê ku rastî astengiya polîsan hatin dîsa derbasî kolana pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê bûn û li vir daxuyanî dan. Dayikan berdilkên ku wêneyên windayan li ser in  li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Vê hefteyê Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglu û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu piştgirî da Dayikên Şemiyê. Li ser navê Komîsyona Kesên Dibin Çavan de Hatin Windakirin a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Vê hefteyê aqûbeta kesên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
Arcan, ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala edalet û hiqûqê wiha got: "Em dizanin ji bo daxwazên me pêk bê, divê qirîza hiqûqê ya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê li dijî hemû astengiyan têkoşîna me ya edalet û hiqûqê dê bidome. Em dest ji daxwazên heq, hiqûq, edaletê bernadin." Arcan, bang li rayedarên dewletê kir û xwest erka xwe pêk bînin û wiha got: "Windakirina bi darê zorê li gorî Kanûna Ceza ya Tirk, (TCK) "Sûcê li dijî mirovahiyê bû." ye. Bila bêcezakirina rayedarên dewletê yên ku berpirsiyarê windakirina di bin çavan de bi dawî bibe. Em dixwazin li gorî hiqûqa gerdûnî ev kes bên darizandin. Em dixwazin ku Tirkiye ‘Peymana Navneteweyî ya der barê Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin bên parastin'  bi lez îmze bike. Em di serê sala 2020'an de bang li Serokomar dikin. Li gorî erka xwe ya siyasî daxwazên me li ber çavan bigirin. Erka xwe ya li hemberî me pêk bînin." 
 
DAXWAZA SALA NÛ: BILA WINDA BÊN DÎTIN
 
Piştre hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li navçeya Sîweregê ya Rihayê hat windakirin, Sultan Taşkaya axivî. Taşkaya, anî ziman ku ew ji bo aqûbeta windayên xwe li vir in û wiha got: "Em hevî dikin ku vê sala nû em windayên xwe bibînin. Em hevî dikin ku kujer bên darizandin. Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku em carek din dernekevin kolanan. Heta ku winda neyên dîtin û kujer neyên darizandin em kolanê terk nakin." 
 
40 SALIN LI BIRAYÊ XWE DIGERIM 
 
Birayê Cemal Kirbayir ê di 12'ê Îlona 1980’an de di bin çavan de hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir jî, anî ziman ku 40 salin li aqûbeta birayê xwe digere û wiha got: “Yên ku me tîne vir hêzên dewletê ne. Ger ku ne hêzên ewlehiya dewletê bûna em nedihatin vir. Ji salên 1980'ê heta niha em li windayan digerin. Li vî welatî mirov winda dibin. Her sal me li dijî darbekaran bertekên xwe anîn ziman. Me xwest dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berdin. Her îqtîdara hat ser kar gotin 'Em li dijî darbe û darbekaran in' Ger ku hûn li dijî darbekaran in çima hûn destûr nadin em li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Ji bo em li windayên xwe bigerin em li vir in." 
 
OCAK: BENDEWARIYÊN ME DIDOMIN'
 
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî anî ziman ku 25 salin li windayan digerin û wiha got: "Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin. Her sal derbas dibe hevî û bendewariyên me nayên guhertin. 25 salin em li vê qadê ne. Di her serê sala nû ne me hevî û daxwazên xwe anîn ziman. Lê tu tişt nehat kirin. Her sal zilm, îşkence, binçavkirin, girtin, mirina li girtîgehan û mirinê rojiyê li ser vê yekê zêde bûn. Ji kesên welat bi rêve dibe di vê sala nû de tu heviyên me ji wan tune ye. Ji ber ku li welat heq, hiqûq û edalet tune ye. Mirin  heye."  
 
BÎLGÎN: BÛ SALA BÊ EDALETIYÊ
 
Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994’an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, Îrfan Bîlgîn jî anî di lêgerîna windayan de salek din li pey xwe hiştin û wiha got: "Her sal em bi heviya edaletê dest bi salê dikin. Lê her sal li gorî sala borî bêtir xerab dibe. Me di sala par de edalet hêvî kir. Lê sala par ji her sal bêtir bê edalet derbas bû. Bû sala bê edaletiyê." 
 
EREN: TÊKOŞÎN DIDOME
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê di 2'ê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û windakirin, Îkbal Eren jî anî ziman ku sala borî ji ber qedexeyan di kolana teng de têkoşîna xwe berdewam kir û got: "Em bang li her kesî dikin ku li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin. Min dayika xwe ya têkoşîna wê ya edalet û demokrasiyê ku nivco mabû, windakirin. Têkoşîna wê, cihê ku wê hiştiye didome. Dê berdewam bike. Di serê her sala nû de em heviyan daxwaz dikin. Ji bo vê yekê divê em têkoşînê mezin bikin." 
 
 
YOLERÎ: HÊZA DEWLETÊ HEYE LÊ NAKE
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî herî dawî axivî û got: "Dewlet demek dirêje polîtîkaya bêcezakirinê dimeşîne. Sûcên hatin kirin li holê ye. Lê ev sûc nehatin cezakirin. Dewlet polîtîkaya bê cezakirinê dimeşîne. Doza JÎTEM'ê bi beraetê bi dawî bû. Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê jî ber bi beraetê ve diçe. Ma dewlet heqîqetê nizane. Kê ev sûc kiriye diyar e. Abdulkadir Aygan sûcdar yek bi yek anî ziman. Lê heta niha tu kes nehat darizandin. Dîsa Ayhan Çarkin tişta kiriye yek bi yek vegot. Lê der barê tu kesî de doz nehat vekirin. Mesele necezakirina faîlan e. Dewlet hêza wê heye lê nake. Divê em têkoşîna xwe bêtir mezin bikin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
16:21 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî li dar xistin
16:16 DFG'ê avakirina xwe îlan kir
Di sala 2019'an de 477 rojnaemger hatin darizandin
16:08 Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze
16:06 Endamê Grûp Yorûmê dest bi rojiya mirine kir
15:32 Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Kirbayir: 40 salin li birayê xwe digerim
15:18 The Economist dora rapora rêzkirina rojnamegerên girtî weşand
15:02 ‘Hemû serlêdanan windayan bê encam man’
14:25 Temellî: Divê Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA destê xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin
13:50 Koçyîgît: Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin
Guven: Em ê sala 2020'an bikin sala azadiyagelê Kurd
13:04 Li Bismilê hejmara kesên binçavkirî derket 80'yî
12:32 Ji Bûldan daxuyaniya Sûleymanî: Di Rojhilata Navîn de hevsengiyek nû derdikeve holê
12:22 Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye
11:44 Serokê AKP’ê yê navçeyê bi ser weqfa ku piştgirî neda kesê wî şand de, girt
10:57 Qeymeqamê Şemrexê 10 xebatkar ji kar avêtin
10:53 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
10:23 ‘Bila ciwanên Kurd li ziman û nivîskarên xwe xwedî derkevin’
10:23 2 sal in nikare biçe mala xwe!
10:01 Tevî hemû êrîşên dewletê jin dibêjin 'tecawizkar tu ye'
09:54 Li Bexdayê li dijî karwana Haşdî Şabî êrîşa hewayî pêk hat
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?