STENBOL - Kovara aboriyê ya Îngilistanê The Economîst raporeke çapameniyê amade kir û Tirkiyeyê di rêza duyemîn de nîşan da.
Kovara aboriyê ya Îngilistanê ya bi navê nav û deng The Economîst, ji 1'ê Kanûnê ve welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne rêz kir. Di rêzê de Tirkiye li pey Çînê bû welatê duyemîn ku herî zêde rojnameger lê girtî ne.
Di rapora li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) hatibû amadekirin de Tirkiye tenê bi rojnamegerekî kêm li pey Çînê rêz girt.
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê 47 rojnameger girtî ne. Misir jî li pey Tirkiyeyê bû welatê sêyemîn ku rojnameger lê girtî ne. Li Misrê jî 256 rojnameger girtî ne.
Rêxistinên çapameniyê yên Tirkiyeyê, berovajiyê daneyên The Economîst hin zêdetir hejmara rojnamegerên girtî belge dikin.
Li gorî daneyên Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad ên beriya 2020'î li Tirkiyeyê 130 rojnameger girtî ne. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî 108 rojnameger girtî ne.