AMED - Hejmara kesên ku di operasyona selefxuriyê de li Bismilê hatibûn binçavkirin, derket 80'yî.
Operasyona ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ve li dijî kesên bahîsê didin leyistandin û selefxuriyê dikin destpêkirin didome. Di çarçoveya lêprisînê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Çewlik, Êlih, Balikesîr, Tekîrdag, Antalya, Mûgla û Amasyayê derbarê 121 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Di serdegirtinên malan ku ji duh ve hatin destpirin de lîderê torê M.E û alîkarê xwe H.E jî di nav de 80 kes hatine binçavkirin.
Di serdegirtinan de çek, senet, dirav, qompîtur û meteryalên dijîtal hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de serdegirtinên malan didomin.