AMED - Birayê A.S., bi derbkirin û îşkenceyê dest danîbû ser xaniyê wî. Piştî A.S., serî li dadgehê da, dadgehê jî biryar da ku birayê wî 2 salan nêzî xaniyê wî nebe û neçe mala wî. Lê belê ji dêvla ku birayê wî ji malê derkeve û neçe mala wî, 2 sal in A.S. nikare biçe mala xwe.
Li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê, birayê A.S., M.S.S. û 4 zarokên wî A.S. derb kiribûn û di sala 2017'an de ew jî xaniyê wî derxistibûn. M.S.S. û 4 zarokên xwe, di 5'ê Mijdara 2017'an de davêjin ser mala A.S. Di avêtina ser malê de pêşî hevjîna A.S. û paşê jî zarokên wê girê didin. Dû re jî gava A.S. ji kar vedigere malê wî jî girê didin û bi saetan lê didin. Gava polîs tên cihê bûyerê benikê hevjînê A.S. û zarokên wî vedikin û paşê jî hevjîna wî bi wî halî dîmenên wî digire ku dema girêdayiye û hatiye derbkirin.
BEHSA WÊ ROJÊ KIR
A.S., behsa wê rojê kir: "Serê sibehê gava ji mal derketime, birayê min tê û hevjînê min dibe. Dibe li cihekî din girê dide. Keça min a 5 salî jî li malê girê dide û keça xwe datîne ber. Gava ez û du zarokên xwe ji kar vedigeriyan, ji mala xwe derket û êrîşî min kir, li min da. Ez jî ber bi malê ve reviyam. Li mala min, ez jî girê dam. Ez derb kirim û min birin qata jêr, mala xwe. Bi doxa bivir li min dan. Nêzî 2 saetan ez îşkence kirim. Paşê telefonî polîsan kir û qaşo min çek lê kişandiye giliyê min kir. Lê belê berî ez bêm malê ketine mala min, demançeya min a birûxset girtine, qaseya min şikandine û 9 hezar lîre perê min birine. Dixwazin dest deynin ser xaniyê min".
GILÎ KIRIN
Her du birayên ku ji bo mulkiyeta xaniyê ji bavê wan ji wan re maye bi salan e dikevin qirika hev du, giliyê hev kirin. Birayê mezin M.S.S., di îfadeya xwe de gotiye: "Gava em li malê bûn, deriyê me lê da. Di destê wî de çekeke reş ket hundir û gef li me xwarin; 'Bêşerefno, ez ê we gişa bikujim'. Çeka xwe ber bi min ve dirêj kir. Min jî derî tahm da û kir ku çeka wî bikeve erdê. Ji bo nikaribe tiştekî bike min zor dayê. Min ew li erdê dirêj kir û destên wî girê dan. Gava girêdayî bû kesî li wî neda".
TILIYÊN WÎ ŞIKIYAN, LÊ BIJÎŞKAN NEDÎT!
A.S., ji ber êrîşê û derbkirinê diçe Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê. Bijîşk wî muayene dikin û dibêjin derek te neşikiyaye. Salek şûnde di tomografiyên hatine kişandin de kifş dibe ku tiliyên A.S. şikiyane. Li ser vê A.S. giliyê bijîşkan jî kir.
Piştî bûyerê A.S. diçe bi kirê dikeve xaniyekî din û serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3'yan dide û dibêje ji tirsa birayê xwe nikare biçe mala xwe. Dadgehê jî di sala 2018'an d etespît kir ku zirar gihaye wî û malê wî û ji bo xanî birayar parastinê girt.
A.S., diyar kir ku lê belê dîsa jî nikaribûye biçe mala xwe û biryara parastinê hatiye binpêkirin. A.S., destnîşan kir ku Dadgeha Malbatê ya 1'emîn a Amedê ji bo birayê wî M.S.S. û zarokên birayê wî C.S., E.S. û E.S. gelek caran biryara dûrxistina ji malê girtiye, lê belê dîsa jî nikare biçe mala xwe.
POLÎS PEYWIRA XWE PÊK NAYNIN
A.S., destnîşan kir ku polîs li gor biryara dûrxistina ji malê û parastinê tev nagerin û got: "Gava li polîsan digerim dibêjn 'tapoya te heye?' Tapoya min tuneye, lê belgeya min a qeydê heye. Polîsên tên jî ji dêvla min bibin mala min dibin qereqolê, îfadeya min digirin. Ma gere xalên hin kesan polîs be? Polîs destekê didin birayê min M.S.S., loma xaniyê min xesp kiriye. Loma nikarim biçim mala xwe". A.S., da zanîn ku sê sal in lêpirsîn didome û xwest rojek berî rojekê lêpirsîn veguhere dozê.
Parêzerê A.S. Parêzer Emre Sezer jî got: "Dozger, dibêje delîl nehatine berhevkirin û pêdivî bi rapora qetî heye. Lê belê me gelek raporên qatî danê. Dîmen hene. Her tişt li be rçava ye. Lê dozger dozê nade destpêkirin. Her wiha derbarê zarokekî de jî doz hat vekirin û niha li dadgeha zarokan tê darizandin. Lê belê heta niha derbarê mezinan de tu doz nehatine destpêkirin. Em li bendê ne dozger rojek berî rojekê dozê bide destpêkirin".