NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê, piştî sûîkasta li dijî Fermandarê Hêzên Qudusê Kasim Suleymanî û fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs pêk hat, vê carê jî, êrîşî karwana Haşdî Şabî hat kirin.
DYA’yê duh di encama êrîşa hewayî de, li paytexta Bexda Iraqê Fermandarê Hêzên Qudusê ya girêdayî Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îranê ku weke generalê berpirsê operasyonên derveyî Îranê dihat nasîn Kasim Suleymanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs kuştin.
DYA’yê îro jî, li Bexdayê êrîşî karwanê Haşdî Şabî kir. Di êrîşa hewayî ya DYA’yê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Hat diyar kirin ku êrîş li gorî saeta herêmê di 01.12’an de, pêk hatiye û di êrîşê de, ji sê wesayîtên di karwanê de, 2 jê bi giştî şewitîne.
Haşdî Şabî, da zanîn ku kesên di karwanê de jiyana xwe ji dest dan, ne rêveberên paya bilindin, endamên tenduristiyê yên koma mîlîsin.