AMED – Partiya Vatanê xwestibû li Amed û Dersimê sembol û navên aîdî Şêx Seîd û Seyîd Riza bên rakirin. Amediyan bertek nîşan da û ew ê xwedî li nirxên xwe derkevin.
Partiya Vatanê, ji bo li Amed û Dersimê sembol û navên aîdî Şêx Seîd û Seyîd Riza bên rakirin serî li şaredariyan û walîtiyan dabû. Nerazîbûnên ji bo van serlêdanan didomin. Amediyan anî ziman ku ji bera berê de êrîş li ser destkeftiyên kurdan, çand û zimanê kurdî hene û gotin, wê xwedî li nirxên xwe derkevin.
Ramazan Bûldû (60), anî ziman ku Şêx Seîd ji bo kurdan alimekî mezin e û got: "Çi fêdeya Dogû Perînçek heye? Perînçek û ên mîna wî ne dîndar in, loma êrîşî navê wî dikin. Ev êrîşeke li ser dîn e jî. Hîn jî nayê zanîn cenazeyê Şêx Seîd li kuderê ye. Bi ser de jî dixwazin navê wî rakin. Navê vê meydanê Şêx Seîd e, em ji be rvî navê nerihet nabin".
‘HÊZA XWE JI NETEWPERESTIYÊ DIGIRE'
Salîh Tolhîdar (55) jî anî ziman ku Perînçek berê hewl daye çepgiriya Tirkiyeyê belawela bike û got: "Perînçek ji bo kurdan jî bixapîne çû Qendîlê. Lê belê rêberê gelê kurd dizanibû ji bo dijminatiyê hatiye. Niha jî dev davêje Şêx Seîd û Seyîd Riza. Em van gotinên wî şermezar dikin. Em wî baş nas dikin. Hêza xwe ji dewletê û netewperestiyê digire. Bi dijminatiyê êrîşî me dike. Wê ev zilm wiha dewam neke. Hêvîdar im gora Şêx Seîd û Seyîd Riza bê dîtin. Li hemberî van gotinan divê em dengê xwe bilind bikin".
‘ÇANDA ME NE'
Hediye Yildiz (50) jî got: "Çima em navên mezinên xwe ji bîr bikin? Qey navê Şêx Seîd ji bo Partiya Vatanê pir giran tê? Em van gotinan qebûl nakin. Bira ji gel bipirsin, dixwaze an naxwaze. Ji bera berê de navê wan hebûye û wê hebe jî. Bira dev ji me berdin. Em tiştekî ji wan naxwazin. Tenê em doza azadiya xwe dikin".
‘BIRA DEV JI DIJMINATIYÊ BERDIN'
Îlham Mûtlû (55) jî anî ziman ku tu heqekî Perînçek ê ji bo Amedê tuneye û got: "Ew ne ji vira ye û li vira jî najî. Loma heger giherînek çê bibe divê gelê Amedê qerar bide. Nizam bira navê wî bê rakirin, nizam dişibe DAIŞ'ê. Pêşî bira li paşeroja xwe mêze bikin. Em baş dizanin di paşeroja kê de çi heye û çi kirine. Bira dev ji dijminatiya bi kurdan r eberdin. Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin".
Abdûlmelîk Çelîk (20) jî destnîşan kir ku ji bera berê de li ser çand û zimanê kurdî êrîş hene û got: "Dibe fikr û raman ne yek bin, lê divê rêz û hurmet hebe. Heta niha kurdan nirxeke tirkan tune kiriye? Berevajî rêz û hurmet heye. Şêx Seîd û Seyîd Riza ji bo kurdan nirxine bêmehpa ne. Divê navê vê meydanê tim û tim Şêx Seîd be".