* Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Davût Sînanoglû, bi encûmenên karmend re "Civîna Meclîsa Şaredariyê" çê kir. Civînê jî spart xala 31'ê ya qanûna şaredariyê. Lê belê di xala qanûnê de tê gotin ku ji xeynî endamên meclîsê yên hatine hilbijartin çêkirina civînê ne pêkan e.
* Şanoya Mencelê, wê di meha Çileyê de bi 4 lîstikan li ser dikê be.
* Asîm Demîr ku 26 sal in di girtîgehê de ye û li DGM'ê hatibû darizandin, bi daxwaza "mafê darizandineke adil" du caran serlêdan pêk anî bû, lê belê her du serlêdanên wî jî hatibûn redkirin. Lê belê derket holê ku dosyeya dozê ya Demîr winda ye.
* Birayê A.S., bi derbkirin û îşkenceyê dest danîbû ser xaniyê wê. Piştî A.S., serî li dadgehê da, dadgehê jî biryar da ku birayê wê 2 salan nêzî xaniyê wê nebe û neçe mala wê. Lê belê ji dêvla ku birayê wê ji malê derkeve û neçe mala wê, 2 sal in A.S. nikare biçe mala xwe.
* 15 endamên meclîsa Şaredariya Tekmanê yên HDP'î ji peywirê hatibûn dûrxistin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Cemalettîn Şengul, anî ziman ku ji bo ser nelirêtiyên namzetên AKP'ê bên girtin ji peywirê hatine dûrxistin.
* Partiya Vatanê xwestibû li Amed û Dersimê sembol û navên aîdî Şêx Seîd û Seyîd Riza bên rakirin. Amediyan bertek nîşan da û ew ê xwedî li nirxên xwe derkevin.
* HDK dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan 10'emîn Konferansa Jinê ya Giştî li Hotela Akar Internationalê pêk bînin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskin Bayindir û Saliha Aydeniz dê tev li 3'emîn Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bibin. (11.00)
* Li Amed û Êlihê xizmên windayan û rêveberiya şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin, dê di hefteya 771'an de ji bo çalakiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)
* Komîsyona girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 406'an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin. (13.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 507'an de li pêş Sumerbank a berê ya Konakê daxuyaniyê bidnin çapemeniye. (13.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku avakirina xwe îlan bike dê li avahiya xwe rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2019'an bi raya giştî re parve bike. (14.00)
* Piştevaniya Xemrî dê li Stenbolê bi bernameyekê Komeleya Piştevaniya Xemrî li Kartal a Stenbolê vekin. (18.00)