AMED - Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê Mûrat Demîr, bertek nîşanî serbest berdana ajokarê maşîneya zirxi yê bû sedana kuştina Cîhan Can ê endamê xwe û got: “Divê ku maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin.”
Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê, derbarê kuştina endamê xwe Cîhan Can ê di 27’ê Kanûnê de otobusa zirxî ya polîsên hêzên taybet pêlê kir û perçiqan de, li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê, beşdarî civînê bûn û wêneyê Endezyarê Înşaetê Cîhan Can hilgirtin.
SÛCDAR HAT BERDAN
Serokê Şaxa ÎMO ya Amedê Mûrat Demîr, daxuyanî da û wiha got: “Hempişeyê me Cîhan Can di 27’ê Kanûnê de dema ji kargeha xwe diçû malê, nêzî kargeha xwe dibin otobusa zirxî ya polîsên hêzên taybet ma û perçiqî. Can bi awayekê pir xerab jiyana xwe ji dest da. Lê ligel vê yekê jî ajokarê otobusê serbest hat berdan û peywira xwe dewam dike.”
POLÎTÎYÊN NE CEZAKIRINÊ
Demîr, di dewama axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Din ava 10 salên dawî de 16 zarok, 6 jin bi giştî 37 kesan ji ber maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn. Ev yek nayê qebûl kirin. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, qezayên wiha zêdetir dibin.”
‘DI NAVA BAJÊR DE DIVÊ BÊN QEDEXE KIRIN’
Demîr, dest nîşan kir ku divê ajokarên qezayên wiha kirine bên ceza kirin û maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin.”