STENBOL – Prof. Dr. Îlhan Uzgel anî ziman ku Îranî bi kuştina Qasim Silêmanî re derbeyek giran girtiye û DYA peyama “Ji Iraqê vekişe” dide Îranê. Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan jî got: “Ev kuştin ragihandina şer e.”
Kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis ya ji aliyê Amerîka ve pêk hat di rojeva cîhanê de ye. Gelek welat li ser hev daxuyaniyan didin û metirsiyên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn tînin ziman.
Pisporê Rojhilat Navîn Îslam Ozkan û Prof. Dr. Îlhan Uzgel jî kuştina van her du kesan ji ajansa me re nirxandin.
‘RAGIHANDNINA ŞER E’
Îslam Ozkan da zanîn ku divê Qasim Silêmanî ji bo Îranê tenê rayedarek payebilind ê eskerî neyê nirxandin û Silêmanî ew kes bû stratejiya Îranê ya li herêmê û kurewî diyar dikir. Ozkan anî ziman ku Îran vê êrişê li dijî tevahiya îronê qebûl dike û got: “Ji ber vê yekê ev êriş destpêk ango ragihandina şerek nû ye. Amerîka piştî geşdanên li Iraqê vê pêngavê da destpêkirin. Ewilî li endamên Hîzbullaha Iraqê xist û pişt re jî vê êrişê pêk anî. Van hemû geşedanan destpêkirina pêvajoya şerek germ dida nîşandan. Kes ne li benda tiştek paye bilind bû. Amerîka xwest aloziya li herêmê germ bike û derxe asta herî jor. Ev êriş rasterast bi polîtîkayên Trump ve girêdayî ne.”
‘DÊ LI BERGIRÊDAN PÊK WERIN’
Ozkan diyar kir ku Îran dê ji bo Silêmanî yê ji bo wan remze ye bersiv bide û got: “Wê bi vê êrişê re pîvanên bergirêdanên aliyan giran be. Aliyê bergirêdanan dê diyarker be. Li gorî van bergirêdanan jî dibe geşedanên cuda li pêş bikevin.”
PROF. UZGEL: AMERÎKA PEYAMEK ZELAL DA ÎRANÊ
Prof. Dr. Îlhan Uzgel jî destnîşan kir ku êrişa li dijî Silêmanî peymek zelal a li dijî Îranê bû ku bandora wê ya li Iraq û Sûriyê kêm bike û got: “Amerîka bi vê êrişa pêk anî ji Îranê re dibêje ‘Heşdî Şebî ji Iraqê vekişîne.’ Ev peyam zelal e. Ji ber vê yekê Amerîka di vê mijarê de payemek pir zelal da Îranê. Ji bo Îranê bûyerek pir girîng e. Îranê hemû şerê xwe yê wekaletî li ser Silêmanî birêve dibir. Îranê bi vê êrişê derbeyek giran xwar. Wê encamên vê li herêmê giran bibin. Loma wê bandora Îranê ya li herêmê were kêmkirin. Dê li qadê alozî germtir bibin. Ez bawerim dê Îran bersivê bide Amerîka. Dibe ku Îran bi êrişek li dijî leşkerên Amerîkî yên li herêmê bergirêdanê pêk bîne. Ev yek jî wê li Rojhilata Navîn şer kûr û zêde bike.”
MA / Nacî Kaya