AMED - Li navçeya Lîcê, zilamê bi navê S.O. yê tecawîzê zaroka xwe ya astengdar kir, hat girtin.
Li Taxa Daralan a navçeya Lîcê ya Amedê zaroka astengdar Ş.O. ya 17 salî ji ber êşa zikê xwe malbatê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê. Li nexweşxaneyê derket holê ku zaroka astengdar Ş.O rastî tecawîzê hatiye û 8 meh û 20 rojin ducaniye. Piştî ku bûyer derket holê bavê zaroka astengdar S.O hatin binçavkirin.
Piştî ku S.O. li Midûriyeta Polîsan a Lîcê îfade da, sewqî edliyê hat kirin. S.O. di çarçoveya îfadeya keça xwe Ş.O. ya li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎN) hatibû girtin, hat girtin û şandin girtîgehê.