AMED - Şafî Hayme ku piştî mala wî ya li gund hat şewitand ji mecbûrî koçî bajêr kir, li bajêr jî ji zext û zoriyan xelas nabe. Hejmara nifûsa mala Şafîî Hayme 9 kes e û ji neh kesan heta niha 7 kes di girtîgehê de mane. Haymeyê 70 salî, got: "Min got qey kurê min e, min du darbest hilgirtin, min du gor kolandin, lê her du jî ne kurê bûn bûn".
Şafî Hayme, 70 salî ye, lê belê 30 salên temenê wî bi koçberî, girtin û li ber deriyê girtîgehan derbas bûye. Ji ber ku wêneyên li girtîgehan di albuman de hilnayên nîvî pê re ne. Hayme, wêneyên pê re û yên di albûman de li ser maseyê rêz dike û yek yeko behsa wan dike. Di hin wêneyan de ew û 3 kurên xwe bi hev re di girtîgehê de ne.
7 KES JI WAN HATINE GIRTIN
Hema bêje ji malbata Hayme kes nemaye nehatiye girtin û di nezaretxaneyan de nemaye. Tenê kurê wan î kerr û lal nehatiye girtin, ên din giş hatine girtin û di nezaretxaneyan de mane. Şaffî Hayme yê 70 salî û hevjîna wî Şaîde Hayme ya 62 salî, gava li Farqînê bûne bi navê Mahmût (39), Arîf (37), Mehmet (Devrîm) (33), Bejan (31), Îbrahîm (27), Şenay (23), Berîvan (20) 7 zarokên wan çê dibin. Şafîî Hayme, di salên 90'î de gelek caran tê binçavkirin û di sala 92'yan de cerdevan mala wî dişewitînin. Piştî mala wî tê şewitandin berê xwe dide Amedê.
MALA WÎ TÊ RÛXANDIN, KOÇ DIKE
Hayme, ji bo şewitandina mala xwe dibêje: "Erzaq û kincên li malê dan ser hev û agir pê xistin. Paşê li min digerin. Wê axurê me jî tevî heywanan bişewitandana. Yek ji wan derî vedike. Ji ber vê heywan xelas dibin. Ji mala me tiştek nema. Ji mecbûrî me jî koç kir".
DI 98'AN DE TÊ GIRTIN
Piştî tên Amedê, dîsa polîs tim davêjin ser mala wan. Bav Hayme di sala 1998'an de tê girtin û nêzî salekê di girtîgehê de dimîne. Hayme, dibêje: "Tam nayê bîra min, lê ez dibêm bi qasî salekê di girtîgehê de mam. Paşê di 1999'an de hatim girtin. Dîsa hatim berdan".
DI HEMAN GIRTÎGEHÊ DE BAV Û 3 KUR
Hayme, di sala 2007'an de 6 mehan û di sala 2009'an de jî sal û nîvekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 2010'an de dîsa tê girtin û vê carê dor tê zarokên wî jî. Kurê wî Îbrahîm Hayme di sala 2010'an de beriya bavê xwe bi çend mehan tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Piştî Îbrahîm, Arîf jî tê girtin û wî jî dişînin heman girtîgehê.
Paşê 19 sal ceza li Îbrahîm tê birîn ku bav Şafîî Hayme ji bo vê rewşê dibêje: "Ez û 2 kurên xwe bi hev re di girtîgehê de bûn. Carinan min tevlihev dikir, gelo ev der mala min e yan derve?"
Paşê kurê wî Bejan jî tê girtin. Ji heman malbatê 4 kes di heman girtîgehê de dimînin. Piştî 3 sal û nîvan bav Hayme tê berdan.
Vê carê bav Hayme ji bo zarokên xwe diçe girtîgehê. Paşê kurên wî ji Girtîgeha Amedê surgûnî girtîgehên cuda dikin. Arîf, pêşî dişînin Girtîgeha Rîzeyê paşê jî ya Baybûrtê. Bejan jî pêşî dişînin Edîrneyê paşê jî Bandirmayê. Bejan, piştî 7 sal û 2 mehan tê berdan.
Di sala 2016'an de jî kurê wî Mehmet (Devrîm) ku 18 sal berê tev li nav PKK'ê bûbû tê girtin. Mehmet Hayme jî dişînin Girtîgeha Bolûyê û li wir piştî 20 salan ew û birayê xwe Bejan cara ewil hev du dibînin. Bav Hayme, behsa wê rojê jî dike: "Bejan ji Amedê şandibûn Edîrneyê. Ji Edîrneyê jî şandin Bandirmayê. 6 sal şûnde cezayê wî qediya hat berdan û çû STenbolê. Birayê wî Mehmet di Girtîgeha Bolûyê de bû. 20 salan hev du nedîtibûn. Bejan û Mehmet piştî 20 salan hev du dîtin".
DU DARBEST, DU GOR, DU ŞÎN
Keçe Şafî Hayme Şenay jî di sala 2018'an de ji ber ku di rojnivîska xwe de helbesteke Mûsa Anter nivîsandiye hatiye girtin û 5 mehan di girtîgehê de maye. Keça wî ya biçûk Berîvan jî di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Hayme, bi zor û heft bela cenazeyê keça xwe werdigire û defin dike. Ji bo kurê xwe Mehmet jî du caran gorê dikole û şînê datîne. Pêşî jê re tê gotin kurê wî di 2001'ê de li Çewligê jiyana xwe ji dest daye. Bav Hayme dibêje: "Cenazeyek dan min. Nehiştin vekim û lê mêze bikim. Me jî defin kir. Gava min xeber ji kurê xwe girt min fam kir ku me cenazeyê kesekî din veşartiye".
Di sala 2008'an de dîsa tê gotin ku Mehmet di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Vê carê jî cenazeyekî didin bav Hayme û vî cenazeyî jî li cem cenazeyê ewil defin kiribû vedişêre. Şînê datîne, mewlûdê dide. 3 meh şûnde pê dihese ku ew jî ne kurê wî ye û jê re tê gotin ku kurê wî sax e. Lê belê kurê wî Mehmet di sala 2016'an de li Gimgima Mûşê tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Bolûyê.
JINEKE WÊREK Û SERBILIND
Hayme ku ji 7 zarokên wî niha 2 jê girtî ne û tevî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe dijî, bilêv dike ku hîn jî ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin û dibêje: "Me ji bo malê dinyayê serî netewand".
Ji bo hevjîna xwe Şaîde Hayme jî dibêje: "Jineke wêrek û serbilind e". Hayme, diyar dike ku hevjîna wî nexweş e, lê belê dîsa jî li ber xwe dide û tim û tim diçe girtîgehê zarokên xwe dibîne.
Her wiha Hayme diyar dike ku li girtîgehên ku du kurên wî tê de ne binpêkirinên mafan zêde ne û dibêje: "4 meh in nikarim biçim cem kurê xwe yê di Girtîgeha bolûyê de. Ji ber rewşa hewayê nebaş e, naxwaze em bên. Li her du girtîgehan jî cezayê nameşandinê, cezayê hevdîtinê û cezayê hucreyê li wan tê birîn. Her wiha di çûnhatinê de jî em zehmetiyê dikişînin. Di her hevdîtinê de lêgerîna tazî li me tê ferzkirin. Gava hema ji ber hesinekî qayîşê jî sinyal bide me naxin hundir û ji me re dibêjin gere hûn pantorê xwe jî ji xwe bikin. Pantorekî din didin me û em ancax wisa derbas dibin. Lê em ê dev ji zarkên xwe bernedin. Me pir zehmetî dîtine. Lê bira canê zarokên me û hevalên wan sax be".
MA / Arjîn Dîlek Oncel