WAN - Li Erdîşê, polîsan wesayîta teksîvan Zafer Ceyhan gulebaran kiribûn û Ceyhan jî jiyana xwe ji dest dabû. Niha jî dosyeya derbarê mirina Ceyhan de hindik maye bi bêcezatiyê bê girtin. 2 sal di ser bûyerê re derbas bûne, lê belê hîn jî biryara veşarî ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin.
Di 28'ê Îlona 2017'an de li Taxa Sûlû ya Erdîşa a Wanê, teksiya Zafer Ceyhan (45) hatibû guleberanakirin. Di texsiyê de Omer Polat û teksîvan Zafer Ceyhan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê hîn jî di lêpirsîna derbarê mirina Ceyhan de tu pêşveçûyîn çê nebûne û bi ser de jî serlêdanên malbatê û parêzeran hemû tên redkirin û biryara veşarî ya li ser dosyeyê jî nayê rakirin.
WALÎTIYÊ GOTIBÛ 'TERORÎST' E
Roja bûyerê Walîtiya Wanê daxuyandibû û gotibû: "2 terorîst hatine kuştin". Lê piştî aşkere bû ji kesên hatine kuştin yek jê teksîvan Zafer Ceyhan e, vê carê gotibûn, "Kesê di navbera çiyê û bajêr de pêwendiyê datîne". Piştî daxuyaniya walîtiyê serê sibehê teksî hatibû desteserkirin û salek şûnde radestî malbatê hatibû kirin. Gava radestî malbatê hatibû kirin û derketibû holê ku li pêşiya teksiyê şûna du fîşekan, li beşa dîreksiyon jî şûna fîşekekê heye.
Piştî bûyerê birayê wî Mursel Ceyhan ket nav liv û tevgeran, lê belê bi îfadeyên "şahidên veşarî" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 2 sal şûnde jî hatibû berdan. Malbata Ceyhan, destnîşan kir ku hîn jî di dosyeyê de tu pêşveçûyîn çê nebûne û bi vî hawî tê xwestin dosye bibe dosyeyeke demborî.
MA / Adnan Bîlen