ŞIRNEX - Di ser mirina siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayirê re 4 sal derbas bûn ku li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de hatibûn kuştin. Her wiha dosyeya lêpirsînê jî hîn wekî xwe ye û li ser biryara veşarî heye. Malbatên wan jî xwestin kiryar bên darizandin.
Di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyaya Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê yanî di 4'ê Çileya 2016'an de gava Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (TJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ji taxekê diçûn taxeke din hatibûn kuştin. Di ser mirina her sê siyasetmedarên jin re 4 sal derbas bûn, lê belê heta niha kesek jî nehatiye darizandin.
Piştî her sê siyasetmedar hatin kuştin derbarê mirina wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê hîn jî dosyeya lêpirsînê wekî roja ewil e û bi qasî serê derziyê jî tu pêşveçûyîn tê de çê nebûne. Di dosyeya derbarê mirina siyasetmedar Pakîze Nayirê de tê gotin bûyer lis er "şupheyekê" çê bûye û dosyeya Sêvê Demîr jî biryara veşarî danîne ser.
Malbatên her sê siyasetmdaran xwestin kiryar bên darizandin û bal kişandin ser têkoşîna zarkên xwe.
'EM BI FATMAYÊ SERBILIND IN'
Hatîce Ûyar, ji bo jiyana keça xwe Fatma Ûyarê got: "Bi rastî jî behskirina jiyana wê zehmet e". Dayik Hatîce Ûyar, anî ziman ku gava behsa wê tê kirin pir bêriya wê dike û nikare xeber bide. Ûyar, diyar kir ku ew û keça xwe pir li ba hev nemane û got: "Gava 12 salî bû di nav xebatên partiyê de cih girt. Piştî cih girt 3-4 sal şûnde hat girtin û 5 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî ji girtîgehê derket hat Silopiyayê. Di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest da". Dayik Ûyar, anî ziman ku ne mimkun e ku tiştên hatine serê wan ji bîr bikin û got: "Heta sax bim ez ê têkoşîna wan ji bîr nekim. Ez ê dev ji rêça wê bernedim. Em pê serbilind in. Rêya me ronî kiriye. Her cara diçim ser gora wê diêşim. Bi şev û bi roj tim di bîra min de ye".
DAYIK NAYIR: EW JIYAN BI XWE BÛN
Behiye Nayir jî ji bo mirina keça xwe Pakîze Nayirê got, heta sax be wê daxwazaên xwe bîne ziman û wê vê êşê ji bîr neke. Dayik Nayir, got: "Pakîze, hem li partiyê hem jî li malê bêqusûr bû. Jêhatî bû, dikana wê hebû û debara malê dikir. Tev li siyasetê bû û li wir jî serketî bû. Pakîze sivîl bû û HDP'î bû. Lê ew kuştin. Ma mirov van mirovan dikuje?"
Nayir, careke din daxwaza xwe ya ji bo dîtin û darizandina kiryarên keça xwe bilêv kir û got: "Nahêlin em li kiryarên keça xwe jî bipirsin. Gava em behsa keça min dikin dozê li me vedikin".
‘DI 12 SALIYA XWE DE DAXILÎ NAV TÊKOŞÎNÊ BÛ'
Dayik Sakîne Demîr jî ji bo keça xwe Sêvê Demîr got: "Sêvê welatperwer bû. Hay ji çanda xwe hebû. Di 12 saliya xwe de daxilî nav têkoşînê bûbû. wekî hin jinan negot, 'ez ê bizewicim'. xwedî li gelê xwe derket. Ji bo edalet, aştî, yekîtî û aramî bê welat, ji bo dilê dayika neêşe, ji bo komkujî çê nebin, ji bo kes koçber nebe da ser vê rêyê. Sêvê, tim digot divê di nav têkoşînê de jin pir bin".
Dayik Demîr, anî ziman ku keça wê sivîl bû û piştî ji girtîgehê derketiye demek şûnde hatiye kuştin û got, cîhan hemû bû şahidê tiştên qewimîne. Dayik Demîr, anî ziman ku divê xwedî li van kesan bê derketin û got: "Bila jin dest bidin destê hev du û bibin yek. Êdî bes e. Çendî komkujî pêk bên jî lê wê aştî bê. Bila li vî welatî êdî komkujî pêk neyên, bila aştî û aramî bê".