* Nivîskar Rênas Jiyan, derbarê Tora Ziman û Çandan de destnîşan kir ku gava civak bi zimanê xwe bawer be, wê ziman pêş bikeve û got: “Ew bawerî di me de tunebe, em bi gotinên xwe, bi peyvên zimanê xwe, xwedî li çanda xwe, xwedî li folklora xwe, bi stranên xwe nebawer bin ji xwe wê pêş nekeve.”
* Li Edeneyê, kurê xwediyê atolyeya tekstîlê Û.S., karkera atolyeya tekstîlê Y.Ç. taciz kiribû. Piştî Y.Ç. gilî kir, derbarê Û.S. de îdianame hat amadekirin.
* Di ser mirina siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayirê re 4 sal derbas bûn ku li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de hatibûn kuştin. Her wiha dosyeya lêpirsînê jî hîn wekî xwe ye û li ser biryara veşarî heye. Malbatên wan jî xwestin kiryar bên darizandin.
* Esnafên bazarê yên Palandokenê, ji ber krîza aborî dam û dezgehên xwe rakirin. Esnaf Abdulcebar Yaşar, got: "Rojên yekşemê rojên herî qelebalix in, lê belê di vê rojê de jî em berî kêçan didin".
* Li Erdîşê, polîsan wesayîta taksîvan Zafer Ceyhan gulebaran kiribûn û Ceyhan jî jiyana xwe ji dest dabû. Niha jî dosyeya derbarê mirina Ceyhan de hindik maye bi bêcezatiyê bê girtin. 2 sal di ser bûyerê re derbas bûne, lê belê hîn jî biryara veşarî ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin.
* Namet Karakûş ku mutbaxa mala xwe kir atolyeya wêneyan, bi rê û dirba şewitandina textan, rengên birûn, bi awayê akrîlîkî û sê buûtî wêneyan çê dike.
* Welatiyên ji gelek bajar û navçeyan tên Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Wanê, bi saetan di dorê de dimînin.
* Wê LaWje, di 24'ê Çileyê de li Moda Sahneyê derkeve ser dikê. Navê konsera LaWje, "LaWje'yên Evîniyê" ye û wê di vê konserê de stranên hunermendên di muzîka kurdî de xwedî kedeke mezin in bên gotin.
* Namet Karakûş ku mutbaxa mala xwe kir atolyeya wêneyan, bi rê û dirba şewitandina textan, rengên birûn, bi awayê akrîlîkî û sê buûtî wêneyan çê dike.
* Şafîî Hayme ku piştî mala wî ya li gund hat şewitand ji mecbûrî koçî bajêr kir, li bajêr jî ji zext û zoriyan xelas nebû. Hejmara nifûsa mala Şafîî Hayme 9 û ji neh kesan heta niha 8 kes di girtîgehê de mane. Haymeyê 70 salî, got: "Min got qey kurê min e, min du darbest hilgirtin, min du gor kolandin, lê her du jî ne kurê bûn bûn".
* Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîkê, li 10 bajaran derbarê tayînkirina qeyûman de lêkolînek kir. Li gor lêkolîna navendê tercîha hilbijêran neguhriye û ji sedî 70'yê beşdarvanan li dijî xespkirina vînê derdikevin.
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê tevî malbata Nurcan Arslan a ji aliyê Abdullah Melih Bariş ve hat qetilkirin, li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapeeniyê. (11.00)
* Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî binpêkirina mafên karkeran rapora xwe aşkere bike. (13.00)
* Baroya Amedê dê çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 209'an de li pêş Edliyeya Amedê berdewam bike. (13.30)
* Odeya Endezyarên Înşaetê ya Amedê tê têkildarî kuştina Endezyar Cîhan CAN ê ku maşîna polîsan lê xist û kuşt li şaxa ÎMO'yê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB), dê li Navenda TTB'ê ji bo nirxandina tenduristiya Tirkiye ya sala 2019'an civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)