AMED - Leşkeran bi ser gundê Zengê yê navçeya Licê de girt û li gelek axuran lêgerîn kirin.
Leşkeran, duh serê sibehê bi ser gundê Zengê yê navçeya Licê ya Amedê de girt. Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkeran di vê serdegirtinê de li gelek axuran sewalên ên gundiyan lêgerîn pêk anîne. Lêgerîna l gund rojek berdewam kiriye û piştî lêgerînê leşker ji gund derketine. Di serdegirtinê de kes nehat binçavkirin.