NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha çile ya rojnameya jin Newaya Jin bi manşeta "Em teyrê Sîmir in. Em ji xweliya xwe ji nû ve diafirin" derket. Rojnameyê di manşeta xwe de, bal kişand ser 3 jinên siyasetmedarên kurd ên di 9'ê Cotmeha 20113'an de li Parîsê hatin qetilkirin.
Hejmara 178’an a rojnameya jin a mehane ya li Ewropayê tê weşandin bi manşeta "Em teyrê Sîmir in. Em ji xweliya xwe ji nû ve diafirin" derket. Rojnameyê di manşeta xwe de, bi formateke taybet bal kişand ser 3 jinên siyasetmedarên kurd ên di 9'ê Cotmeha 20113'an de li Parîsê hatin qetilkirin. Tevî analîzên têkildarî armanc û encamên komkujiyê, her sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, hatin vegotin.
Elîf Mercan di nivîsa xwe ya hêjmara meha çile de, bal kişand ser jinên ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve heya roja îro hatine kuştin û got: "Ew bûn cesareta me ya ku em dest bi têkoşîneke nû bikin."
DI BERXWEDANÊ DE PÊŞENGTIYA JINÊ
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Besîme Konca ku şahidiya berxwedana dema qedexeya derketina kolanan kir, di şexsê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Bejîn, Ferîde û Asya Yuksel de, bal kişand ser pêşengtiya jinan. Konca di nivîsa nivîsandî de wiha got: "Jinên kurd li dijî polîtîkayên tundî, înkar û îmhayê yên dewletê serê netewandin."
Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek jî, bi heman mijarê di rûpela kurdî de nivîsand û bal kişand ser têkoşîna her sê jinên şoreşger.
‘SARA YA KU KARÎ BIBE ŞOREŞ…’
Denîz Bîlgîn ji bo yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz destnîşan kir ku bi têkoşîn û jiyana xwe veguherî şoreşê û got: "Hêza mirovan a ku xwe kir şoreş ji desthilatdar û hêrsan hemûyan xurt e. Têk naçe."
Sema Mazlûm jî Cansiz weke ‘Manîfestoyekê’ pênase kir û jiyana wê ya têkoşînê vegot.
Rojnameyê her wiha xwe gihand şagirtên Sakîne Cansiz ên li Kampa Mexmûrê û nêrînên wan ên der barê Cansiz de girt.
Ji qunciknivîsên rojnameyê Zerya Gul û Gulistan Îke jî giranî dan ser kesayetên li dijî polîtîkayên qirkirina jinê pêşengiyê ji têkoşîna jinê re dikin.
Zîlan Diyar qala Fîdan Dogan kir û bi gotina; ‘Şoreşgerek bû ku di têkoşînê de bi tevahiya kesayetiya xwe fedakarî kir’ ew pênase kir.
Dîlan Amed jî taybetmendiyên bingehîn ên Leyla Şaylemez, lêgerînên wê û dînamîzma wê ya têkoşînê vegot.
‘ÇALAKIYA LAS TESÎS'
Eylem Ronî jî, çalakiyên jinan ên bi dansê 'Las Tesîs' ku bûn sembolek nirxand û bi bîr xist ku vê berxwedanê tarîtî ji holê rakir û kolan xiste nava liv û tevgerê.
Di hejmara nû ya rojnameyê de bi aktîvîsta femînîst a îtalî Gea Pîccardî re hevpeyvînek hate kirin ku Pîccardî ji perspektîfa eko-femînîst li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Jineolojiyê doktora kir.