STENBOL - Hanîfî Can ku piştî 2 salan cenazeyê birayê xwe Ferhan Can wergirt û defin kir, anî ziman ku cenazeyên li Goristana Bêkesan a Kîlyosê li ser hev hatine definkirin û got: "Ev goreke komî ye. Ji mirovekî tenê perçeyek maye".
Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenaze jê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Piştî 2 salan encamên DNA'ya 10 mlabatan û 10 cenazeyan li hev derket. Yek ji van cenazeyan ê Ferhat Can (Ferhat Xerzan) e. Piştî DNA li hev derket malbatê di 14'ê Kanûnê de cenazeyê xwe ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê wergirt û li gundê Dizirok ê Exlatê defin kir. Bira Hanîfî Can, tiştên qewimîne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
PIŞTÎ DNA'YÊ LI XERZANÊ HAT DEFIN KIRIN
Bira Hanîfî Can, anî ziman ku ji ber zext û zoriyên li ser kurdan birayê wî Ferhat Can di sala 2005'an de tev li PKK'ê bûye û di sala 2012'an de jî li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye. Can, bilêv kir ku piştî birayê wî jiyana xwe ji dest daye 2 sal şûnd epê hesiyane û got: "Di sala 2014'an de Dozgeriya Bedlîsê ewraqek ji me re şand ku birayê min jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatiye definkirin. Paşê ji bo em cenazê xwe wergirin me ji bo DNA'yê xwîn da. Piştî xwîn li hev derket me cenaze wergirt û li Goristana Xerzanê defin kir".
BI DOZERAN CENAZE DERXISTIN
Can, da zanîn ku piştî kar û barên fermî cenazeyê birayê xwe li Xerzanê defin kirine û gava defin kirine bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemane. Can, destnîşan kir ku di sala 2017'an e bi awayekî hovane cenaze ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û got: "Bi dozeran cenaze derxistin. Li gor Qanûna Bingehîn bi vî hawî derxistina cenazeyan sûc e. Lê belê tenê ne li gor Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, li gor peymanên navneteweyî jî sûc e. Her wiha di hêla dînî de jî wisa ye. Nexasim gava mirov girêdayetiya kurdan a ji bo dîn bîne berçavê xwe, ev bûye cihê şikestineke mezin".
CARAKE DIN JI BO DNA'YÊ XWÎN DAN
Can, diyar kir ku piştî cenaze hatine derxistin birine Stenbolê û ji bo vê jî malbat ji bo wergirtina cenazeyan careke din xwîn dane û got: "Piştî hewldanine dûr ûd irêj cenazeyên çend malbatan dan. Ji xwe me berê ji bo DNA'yê xwîn dabû û me cenazeyê xwe ji Meletiyê anîbû. Çima careke din cenaze derxistin? Ev sûc e. Me ev ji wan re jî got".
Can, bibîr xist ku wan cenazeyê xwe ji Goristana Kîlyosê wergirtiye û got: "Gava dibêjim fedî dikim. Li çopgehekê cenazeyê me li se rhev danîbûn û veşaryibûn. Ev ne goristan e. Ev goreke komî ye. Cenaze xera bûbû. Ev ji hêla dînî û ji hêla insanî ve jî tiştekî giran e. Ne ehlaqî ye".
Can, anî ziman ku ji bo wergirtina cenazeyê xwe çi madî çi jî manewî pir tengijîne û got: "Gava me cenazeyê xwe anî jî em bi prisgirêkan re rû bi rû man. Ji mirovekî tenê perçeyek mabû. Ji bo definkirina wî perçeyî jî zor û zehmetî dan ber me. Me xwest em wî li cem pismamê min defin bikin. Gotin, 'Nabe, 100 metre dûrî wî veşêrin, an jê em ê nehêlin'. Heger wê li cem xizmên xwe neyên veşartin, îja wê li ku bên veşartin".
‘BÎRDOZIYA CENAZEYAN TUNEYE'
Can, got: "Bîrdoziya cenazeyan tuneye. Mafê me yê definkirin û şîndanînê heye. Lê bi salan e mafê me yê definkirinê tê binpêkirin. Eynî wekî yê Şêx Seîd, Seyîd Riza, wekî ên Koçgirî hwd. Çima nahêlin? Ev mafê me yê mirovî ye. Divê her mirov li gor baweriya xwe bê definkirin û gorek wî hebe. Ma em ê çawa li vî welatî bijîn? Daxwazên me dawazine insanî û hiqûqî ne. Ne tiştekî bîrdoziyî ne. Madem hûn tiştên wiha tînin serê me, nexwe di televîzyonan de nebêjin 'Birayên min î kurd'".
BANGAWAZÎ
Can, ji bo cenazeyên din jî bang kir û got: "Hebûna gelekî bi gorên wan e. Me bi çavê xwe dît bê cenaze çawa tên veşartin, li ku tên veşartin. Divê her kes xwedî li van cenazeyên li ser dilê hev hatine veşartin derkeve. Serlêdan tiştekîq anûnî ye. Ji xwe peywirdarên dewletê ji bo wergirtina cenazeyan gotin serlêdanê pêk bînin. Divê raya cîhanê jî bi hesasiyet tev bigere. Em jî dixwazin di cejnan de biçin ser gorên xizmên xwe û dua bikin. Ji bo wergirtina cenazeyan divê partiyên siyasî jî tev bigerin".
MA / Naci Kaya