* Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku heger Tirkiye berbayî xeyalê neo-osmanîtiyê bikeve û eskeran bişîne Lîbyayê wê daxilî nav şerekî herêmî bibe û got: "Heger Tirkiye û gel ber bi vê macerayê ve bên şandin, eynî wekî Sûriyeyê em ê bi encamên giran re rû bi rû bimînin".
* Hanîfî Can ku piştî 2 salan cenazeyê birayê xwe Ferhan Can wergirt û defin kir, anî ziman ku cenazeyên li Goristana Bêkesan a Kîlyosê li ser dhev hatine definkirin û got: "Ev goreke komî ye. Ji mirovekî tenê perçeyek maye".
* Hejmara 4'an a xêzekovara kurdî "Zrîng" derket. Di hejmara nû de hem xêzkarên nû hene hem jî kovarê ragihandiye ku piştî hejmara 4'an wê ji bo xêzkarên amator jî rûpelekê veqetînin
* 35 karkerên Sendîkaya Dev Turîzm Îş'ê ku li Nexweşxaneya Cebeci û Îbn-i Sina yên Zanîngeha Enqereyê dixebitin, piştî ji kar hatin avêtin, dê li pêş Nexweşxaneya Îbn-i Sina daxuyaniyê bidin. (12.30)
* Rêxistinên Civaka Demokratîk, dê li dijî Projeya Kanal İstanbul li pêş Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)
* Sendîkaya Cam Seramik-İş a DÎSK'ê dê li pêş Febrîqeya Yildiz Cam a Umraniye ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
* Meclisa Tirkiyeyê dê ji bo şandina eskeran a Libyayê li hev kom bibe.