ENQERE - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) dane parve kiri û diyar kir ku heta mijdara 2019’an di 11 mehan de herî kêm 60 zarokên karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG'ê destnîşan kir ku di nava salên 2013 û 2019'an de herî kêm 419 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) heta mijdara 2019’an di 11 mehan de herî kêm 60 zarokên karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG'ê destnîşan kir ku di nava salên 2013 û 2019'an de herî kêm 419 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Di 11 mehan de 1606 karker bûn qurbana kar. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan duqat tê binpêkirin. Li gorî dane û raporên sendîka û meclîsên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha Mijdarê de 126 karker bûn qurbana kar. Di 11 mehên sala 2019'an de 1606 karker bûn qurbana kar. 6 sal berê di 31'ê Cotmeha 2013'an de li Esenyurtê li Nexweşxaneya
Taybet a Doga, Eren Eroglu ê 17 salî dema tabela dadiliqand, bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da. Bavê Eren, Erdinç Eroglu, anî ziman ku di ser kuştina kurê wî re 6 sal borîn û wiha got: "Heta niha di dozê de çar caran rapora kesên pispor hat amadekirin. Heft caran heyeta dadgehê hat guhertin. Heft caran dozger hat guhertin. Bav anî ziman ku rayedarên nexweşxaneyê ji bo dozê veneke pereyan teklifî wî dikin û wiha got: "Di vê pêvajoya dozê de tişta herî zêde min diêşîne, wekî ku ez sucdar bim nêzî min dibin. Cara ewil dema ez çûm qereqolê ev muamele nîşan dan. Heta sê rojan polîsan lêpirsîn nekir. Piştî em çûn qereqolê em tawanbar kikirin. Dema kurê min bi ceyranê ve zeliqî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Wê demê jiyana xwe ji dest dabû. Lê gotin "Li beşa venêrtina zêde" jiyana xwe ji dest daye. Karsazan 200-300 hezar TL pere xwestin bidin min. Xwestin ku ez dozê venekim.