NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn Fatma Gevgî Keskîn çû ser dilovaniya xwe.
Dayika Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn Fatma Sevgî Keskîn rehmet kir. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê, wefeta Fatma Sevgî Keskîn parve kirin.
Di parvekirina hat kirin de wiha hat gotin: “Me dayika parêzera windahiyên dibin çavan de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Eren Keskîn Fatma Sevgî Keskîn winda kir. Em êşa malbata Keskîn parve dikin û daxwaza sabrê dikin. Cenazeyê dayika Keskîn wê îro ji Mizgefta Karacaahmet Şakirin bê rakirin û dûre bê definkirin.”