WAN- Îdianameya derbarê Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan de jî hat amadekirin. Di îdinameyê de îfadeyên "şahidan" cih digirin û ev kes ji serî heta binî heman tiştî dubare dikin.
Di 6'ê Kanûna 2019'an de polîsan avêtibû ser mala Hevşaredarên Şaredariya Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkanê. Şalan, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. Îdianamey derbarê her du hevşaredaran de jî hat amadekirin. Îdianameya wan jî hema bêje eynî wekî ya hevşaredarên din e.
KOVARA JINEOLOJIYÊ Û KÛRAMÊ SÛC HATINE HESIBANDIN!
Di îdnamaeyê de xebatkarên şaredariyê jî di nav de gelek kes "şahidinên aşkere ne" û ligel van şahidan "şahidên veşarî" jî hene. Tiştên şahidên vekirî gotine hema bêje ji serî heta binî dubarekirin û mirov dibêje qey ji îdinameyên din kopî kirine. Di îdianameyê de hejmarên Kovara Jineolojiyê, Kovara Kûramê, muzûkên di flaşê de ên li mala Balkanê, tevlêbûna wê ya şîna, tevlêbûna wê ya ji bo daxuyaniyên TJA'yê sûc hatine hesibandin.
BELAVKIRINA ERZAQAN JÎ SÛC E!
Di îdnameyê de "şahidê veşarî" yê bi koda “MARDUK44” dibêje: "Min bihîst ku Leyla Balkan kesên di dema qeyûm de li şaredariyê hatine bicihkirin û tamûl nake" û "şahidê veşarî" yê bi koda “ASP58” jî dibêje: "Kesên ehlê dewletê ne ji kar derdixist". Ji xeynî vê pergala hevserokatiyê, belavkirina erzaqan, alîkariya ji bo malbatan jî sûc hatiye hesibandin.
HEMA BÊJE KOPÎ KIRINE!
Di îdianameyê de ji bo Hevşaredar Yilmaz Şalan jî hatiye gotin ku li navçeyê li ber kargeha esnafekî ronahî çê kirine û guldank danîne ji lewre xwediyê vê kargehê nêzî rêxistinê ye. Di îdianameyê de "şahidên vekirî" dibêjin Şalan nexwestiye bi kesên nêzî dewletê ne re bixebite û hema bêje îfadeya hemûyan yek e. Her wiha "şahidên veşarî" jî dibêjin kesên nêzî ehlê xwe anîne li şaredariyê bi cih kirine. Halbûkî di dema rêveberiya nû de hevşaredar kesî negirtine û li şaredariyê jî bi cih nekirine.
Di îdianameyê de hat xwestin ku bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hevşaredar bên cezakirin.