EDENE - Li Edliyeya Edeneyê, polîsan parêzer Ozgur Yakût derb kiribûn. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û dîmenên dema derbkirinê li dosyeya lêpirsînê hatibûn zêdekirin. Lê belê derket holê ku di dîmenan de kêlikên dema derbkirinê hatine jêbirin. Bi vî awayî ji parêzer Yakût xwestine teşxîsê deyne.
Di 17'ê Hezîrana 2019'an de li Antalya, Edene, Nîgde û Mêrdînê li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a Edeneyê operasyonek hatibû çêkirin û di operasyonê de 5 jê zarok 31 kes hatibûn binçavkirin. Li Edliyeya Edeneyê jî ji ber kelemçekirina ji paş ve qebûl nekiribûn hatibûn derbkirin. Parêzer Ozgur Yakût jî di dema derbkirinê de nerazîbûna xwe nîşan dabû û ji ber vê ew jî hatibû derbkirin û binçavkirin û paşê hatibû berdan.
DÎMEN 6 MEH ŞÛNDE HATIN LÊKOLÎNKIRIN
Piştî vê bûyerê Parêzer Yakût, di 18'ê Hezîranê de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsan kiribû. Ji roja gilî kiriye heta niha 2 dozger guherîne û piştî 6 mehan dîmenên kamerayê li dosyeya lêpirsînê hatin zêdekirin.
DÎMEN JÊ BIRIN
Lê belê di nav qeydên dîmenên kamerayê de kêliyên ku ciwanên HDP'î û Yakût hatine derbkirin tune bûne û ji Yakût xwestine di nav van dîmenan de teşhîsê bike. Ji ber ku dîmenên dema kêliya derbkirinê hatine jêbirin Yakût nikare kesî reşhîs bike. Di dîmenan de tenê ewlehkarek teşhîs kiriye.
Yakût, destnîşan kir ku dîmen hatine jêbirin û got: "Mixabin qeydên dîmenên kamerayan ên kêliya derbkirinê nîşan didin ne di dosyeyê de ne. Lê belê dîmenên ku Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a din nîşan didin hene, di wan dîmenan de jî kêliyên ku dema ciwan tên derbkirin tunene".
Parêzer Yakût diyar kir ku delîla wan a mezin dîmenên kamerayê bûn. Yakût, anî ziman ku ji ber vê rewşê jî careke din çûye dozgeriyê û îfade daye û got, bi vî awayî tê xwestin ku ser dosyeyê bê girtin. Yakût, destnîşan kir ku delîl hatine windakirin û bi hawî peywirdarên cemaweriyê tên parastin.
MA / Hamdûllah Kesen