AMED – Bi îdiaya Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk kuştiye, cezayê muebata giran li Şefê Nivîsgeha Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû hatibû birîn. Mesûtoglû, ji bo darizandineke adil 192 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Bi îdiaya Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk kuştiye, cezayê muebata giran li Şefê Nivîsgeha Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû hatibû birîn. Mesûtoglû ji bo darizandineke adil, 192 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Saîme Ateş Mesûtoglû roja şnê çû Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê û hevjînê xwe dît. Mesodotlû, diyar kir ku bin çavên hevjînê wê mor bûne, gêja wî diçe, bi zorê di nêrdewanan de diçe û tê, tansiyon û şekir lê çê bûne û ji roja ketiye greva birçîbûnê 35 kşlo zhîf bûye.
‘HEMA HEFTEYEKÊ JÎ NEÇIM EZ Ê HEVJÎNÊ XWE NAS NEKIM'
Saîme Mesûtoglû, anî ziman ku hevjînê wê Şerîf Mesûtoglû 192 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Ma kesekî di girtîgehê de be û doza edaletê bike, wê moralê wî çawa be? Her hefte diçim, lê her diçe rewşa hevjînê min xirabtir dibe. Ma dibe ku mirov hevjînê xw enas neke? Yanî tiştekî wiha bûye. Hefteyekê neçim ez ê wî nas nekim".
‘DI DEST MIN TENÊ BEDENA MIN MAYE'
Saîme Mesûtoglû, diyar kir ku hevjînê wê jê re gotiye: "Di destê min de tenê bedena min maye. Min nekiriye. Bi awayekî dixwazin têxin stuyê min. Ez qebûl nakim. Niha tenê dikarim tiştekî bikim ew jî greva birçîbûnê ye. Heta bi awayekî adil neyêm darizandin wê çalakiya min bidome". Hevjîn Mesûtoglû, got: "Dixwaze bi awayekî adilane bê darizandin. Û ji bo vê canê xwe daye ber mirinê. Şerîf carekê jî agir bi canê xwe xist. Du caran ket rojiya mirinê. Û niha jî di greva birçîbûnê de ye. Û bi dengekî bilind dibêje 'ez ne kujer im'. Ez jî dibêjim. Dîtina kujerên rast ne zor e. Temam, dev ji me berdin, tenê bila li gotinên malbata qeymeqam binêrin. Bila daxwazên wan pêk bînin. Heger daxwazên wan pêk bên wê kujer bê dîtin".
Mesûtoglû, diyar kir ku biryara dadgehê ne bi dilê malbata qeymeqam e jî û got: "Malbata wî dibêje, 'kujerên kurên me nehatine dîtin, nehatine darizandin'. Şupên wan pir in. Lê dîsa jî kes ranabe û li wê dosyeyê nanêre. Ev dosye diçe ku bila biçe wê bê xerakirin. Herî dawî wê li DMME'yê bê xerakirin. Niha li Dadgeha bIlind e. Hêvîdar im Dadgeha bIlind rastiyê bibîne. Ez û 2 zarokên xwe 4 sal in li dû edaletê ne. Li Edaletê digerim. Lê nabînim".