WAN - Rastiya kuştina Îslam Kaya yê ku dema ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) kirin û gotin "Xwe ji şibakê avêt û dawî li jiyana xwe anîye" hêj ronî nebûye. Malbat û parêzerên Kaya bertek nîşanî rayedaran dan û gotin: "Kesê dest û piyê wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?".
Îslam Kaya yê ku ji ber sûcekî edlî di 16'ê Tebaxa 2019'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîma M a Wanê, piştî demekê nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU). Dema Kaya rakirin nexweşxaneyê hat îdîakirin ku Kaya xwe ji şibakeyê avêtiye û întîhar kiriye. Lê ji wê demê heta niha sedema kuştina Îslam Kaya nehatiye ronîkirin. Kaya ku dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin, di 27'ê Tebaxa 2019'an de îdîa kirin ku ji odeya lê dimîne xwe di şibakeyê re avêtiye û dawî li jiyana xwe anîye. Lê 4 meh derbas bûn hêj lêpirsîn bi encam nebûye û sedema kuştina wî nehatiye ronîkirin.
Parêzer û malbata Kaya bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku 4 meh borî, lê heta niha sedema kuştina kurê wan nehatiye ronîkirin. Malbat û parêzeran bi pirsa "Kesê dest û piyê wî kelepçekirî be dê çawa întîhakr bike?" bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Malbatê bi rêya parêzer serî li dozgeriyê da û xwest ev bûyer ronî bibe û bi encma bibe. Fermandariya Cendirmeyan a Wanê jî nivîs ji dozgeriyê re şand û got: "Dema Kaya li nexweşxaneya lê derman dibû xwe ji şibakeyê avêtiye û xwestiye firar bike. Fermandariyê îdîa kir ku dema Kaya ketiye xwar, jiyana xwe ji dest daye û bi vî rengi nivîs ji dozgeriyê re şand. Piştî dozgeriyê li cihê bûyerê lêkolîn kir xwest eskerên wê demê peyvirdar îfadeyê bidin dozgeriyê. Piştî rapora otopsîyê jî hat dîtin ku di bedena Kaya de gelek hestî hatine şikandin. Lê teqez sedema kutina Kaya aşkere nekirin.
Di raporê de hat gotin ku Kaya bi kelepçeyê bi doşeka xwe ve girêdayî Bû.
Parêzerê Îslam Kaya Kadir Kutevî diyar kir ku rayedaran bi qasî tê xwestin tedbîr negirtine û mafê muwekîlê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin.
Parêzer di daxwaznameyê de anî ziman uk muwekilê wî bi doşekê ve kelepçekirî ye û dema dest û piyê wî kelepçekirî be çawa dibe întîhar bike û got mafê muwekilê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin û xwest berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.