STENBOL - Li Avcilarê, zilamê binavê Fatîh O. yê di metrobusê de li dijî jinekê êrîşa zayendî kir, nehat girtin.
Doza darizandina Fatîh O. yê li navçeya Avcilar a Stenbolê di metrobusê de li dijî jinekê êrîşa zayendî pêk anî û heqaret lê kir, li 20’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Kuçukçekmecê hat dîtin. Fatîh O. yê ne girtî, gazinker N.C. û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Fatîh O. di parastina kir de, sûcdariya li ser xwe qebûl nekir û beraeta xwe xwest.
Parêzserê gazinker Gokhan Soysal, parastina kir û wiha got: “Divê bersûc bi awayekê girtî bê darizandin. Em dixwazin dîmenên têkildarî bûyerê ji ÎEET’ê bên xwestin.”
Dadgehê daxwaza girtina Fatîh O. red kir û biryar da ku ajokarê metrobusê weke şahid bêguhdar kirin. Dadgehê piştî biyara da, danişîn taloq kir.
N.C. û parêzerê xwe, piştî danişînê li ber avahiya edliyê daxuyanî dan çepmeniyê û bertek nîşanî ne girtina bersûc dan.