AMED – Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku li gorî lêkolînên wan li Meletiyê 270, li Amedê 28, li Wanê 65 û li Sêrtê jî 100 cenaze li goristanên bêkesan hatine defin kirin û bi vê rêbazê îşkenceya sîstematîk li malbatan dikin.
Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî binpêkirina mafên mirovan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementer, endam, rêveber û hevserokên HDP’ê yên Amedê, endamên TUAY-DER, MEBYA-DER’ê û malbat amade bûn. Di civînê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas axivî. Almas, diyar kir ku di şertên rojane de encamên DNA’yê di 24 saetên de tên tespîtkirin û wiha got: “Bi mehan encama testa DNA’yan aşkere nabin. Bi zanebûn îşkenceyê li malbatan dikin. Dema malbat diçin cenazeyan teşhîs bikin, rastî cenazeyên perçekirî tên. Ev pirsgirêkek mezin e. Malbata ji bo cenaze bigire ji Wanê hat Amedê û xwest cenaze bigirin, di heman gorê de 3 cenazeyên perçekirî dîtin. Ev nîşan dide ku teste rast a DNA’yê nakin û cenaze li goristana bêkesan defin dikin. Bi dehan mînakên wisa hene."
‘MALBAT RASTÎ ÎŞKENCEYÊN SÎSTEMATÎK TÊN’
Almas, da zanîn ku li gorî nirxên civakê heta cenaze neyê definkirin şîn xelas nabe û wiha axivî: “Bi van polîtîkayfı bi mehan şîna malbatan dirêj dikin. Malbat rastî işkenceya polîtîk û sîstematîk tên. Divê bi lez dest ji vê nêzîkatiyê berdin. Li gor agahiyan li morga Amedê 3, li ya Meletiyê 12 cenaze hene."
Almas, dest nîşan kir ku dema mirovek jiyana xwe ji dest da, xwedî maf e li gor çand û kevneşopiya xwe bê definkirin û got: “Sepanên li dijî cenazeyan tên kirin ji derveyî nirxên mirovahiyê ne. Gelek cenazeyan ji malbatan direvînin. Beyî vecîbeyan defin dikin. Ji bo kes tev li merasimê nebe, di saetên şevê de cenazeyan bi zorê defin dikin. Destûr nadin xizm beşdarî merasimê bibin. Bi 3- 5 kesan sînor dikin. Polîs serlêdana malbat û saziyan me asteng dikikn. Bi nedayîna cenazeyan gefan malbatan dixwin."
‘LI XERZANÊ TOLÊ HILTÎNIN'
Almas, bal kişand ser Goristana Xerzanê ya 267 cenaze derxistibûn û wiha lê zede kir: “Cenazeyên kesên di salên 90’an de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Xerzan defin kiribûn. Gelek malbat piştî bi salan gihiştine cenazeyên xwe û goristaneke ku ziyaret bikin çêkirin. Lê dewletê gor xera kir û hestî birin Stenbolê. Malbat hîn bûn ku cenaze li Stenbolê ne û çûn xwîn dan ku cenazeyan bigirin. Malbatan cara duyemîn êş kişandin.” Almas, diyar kir ku tişta ku li Goristana Xerzanê hatiye kirin tolhildan û îşkenceya malbatan e wiha pêde çû: “Ev yek di tu bîr, bawerî û olan de tune. Em MEBYA-DER bang dikin ku malbatên cenazeyên zarokên wan li Goristana Xarzanê bila ji bo DNA’yê xwînê bidin. Li gorî lêkolînên me li Meletiyê 270, li Amedê 28, li Wanê 65, li Sêrtê 100 hatine defin kirin. Dîsa bajarên ku me nikarî hejmarê diyar bikin weke Erzerom, Elezîz, Riha, Mêrdîn û Bilîsê jî bi sedan cenazeyên mirovan li goristanên bêkesan hatine defin kirin.”
‘JI BO CENAZEYAN SERÎ LI KOMELEYA ME BIDIN’
Almas, herî dawî bang li malbatan kir û got: "Weke MEBYA-DER em bang li malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û cihê gora zarokên xwe nezanin dikin ku serî li komeleyê bidin. Bi heviya di sala nû de kes neyên kuştin, aşitiyeke bi rûmet pêş bikeve sersala malbatên xwe pişt re ya herkesê pîroz dikin.”