ENQERE – Fezlekeyên dawî yên salê hatin Meclîsê. Derbarê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî de 4 fezleke hatin amadekirin.
Ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran 11 fezlekeyên nû şandin Meclîsê. Derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê de 4 fezlekeyên nû hatin amadekirin. Derbarê Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar de fezlekeyek, derbarê Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk de fezlekeyek û derbarê Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît de fezelekeyek hat amadekirin.
Derbarê Wekîlê Serokê Koma CHP’ê û Parlamenterê CHP’ê yê Manîsayê Ozgur Ozel de fezlekeyek û derbarê Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Tuncay Ozkan de jî fezlekeyek hat amadekirin.
Derbarê Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) ê Hatayê Bariş Atay de fezlekeyek hat amadekirin.
Fezlekeyek din jî derbarê Parlamenterê AKP’ê yê Aydinê Bek3ir Kuvvet Erîm hat amadekirin.