AMED - Ji bo Emîne Erdogan a malbatên li ber avahiya HDP’ê rûniştine ziyaret bike, hemû rêyên diçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê, bi ewlekariyek zêde hatin girtin. Polîsan, berî serdana Erdogan, bi malbatan re hevdîtin kirin û ji wan re vegotin ku wê çawan nêz bibin.
Hevjîna Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan, ji bo ku malbatên li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê rûniştine ziyaret bike, tê Amedê. Polîsan berî serdana Erdogan ewlekariyeke herî zêde girtin.
Ji bo ewlekariya Emîne Erdogan, gelek polîsên hêzên teybet û leşkerên hêzên taybet hatin peywirdarkirin. Di heman demê de gelek sekvan li ser banên derdora avahiya partiyê hatin bicihkirin. Dîsa hemû rêyên diçin ber avahiya partiyê hatin girtin.
DESTÛR TENÊ JI BO AA’YÊ HEYE
Ji bo şopandina serdana Emîne Erdogan, tenê destûr ji bo Ajansa Anadoluyê hat dayîn. Polîsan jî, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin saziyên din ên çapemeniyê.
JI MALBATAN RE GOTIN KU EWÊ ÇAWAN NÊZ BIBIN
Li aliyê din, polîsan berî serdana Emîne Erdogan, ji malbatan re gotin ku ew ê çawan nêzê bibin û ji bo vê jî heya demekê bi malbatan re hevdîtin kirin.