RIHA - Piştî mudaxaleya Tirkiyeyê ya Lîbyayê, li ser banga Misrê Yekitiya Ereban bi awayekî awarte dicive.
Li ser destpêkirina veguhestina hêza paramîlîter a Tirkiyeyê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ya Lîbyayê, bi banga Misrê Yekitiya Ereban biryar girt ku bi awayekî awarte ji bo Libyayê bicive. Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Hûsam Zekî, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku biryar dane welatên endam bi rojeva Lîbyayê li hev bicivin. Civîna ku li ser banga Misrê tê lidarxistin de serokatiya rûniştinê dê nûnerê Iraqê bike.
Tirkiye li dijî hêzên General Hafter, piştgirî dide Hikûmeta Mûtabakata Neteweyî ya bi pêşengiya Fayîz es Serrac û ji bo vê yekê li bendê ye ku leşkeran bişîne Lîbyayê.