AMED - Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, diyar kir ku wê hejmara kesên ji AKP'ê veqetin zêdetir bibe û got, hindik maye partiya îktîdarê belawela bibe.
Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, zext û zoriyên li ser muxalefetê, nîqaş û munaqeşeyên di nav AKP'ê de û geşedanên siyasî nirxandin.
‘AKP TÊK ÇÛ'
Îslam, bibîr xist ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bajarine pir girîng ji dest AKP'ê derketine û got: "Bajarên ku ji sedî 70'yê çerxa aboriya Tirkiyeyê ne ji destê wê derketin. Hilbijartina Stenbolê betal kirin, lê vê carê bi ferqeke 800 hezarî dîsa têk çûn. Ev ji bo muxalefetê, ji bo xwedîderketina li demokrasiya Tirkiyeyê û ji bo xwedîderketina li parlementoyê tiştine pir girîng in".
Îslam, ji bo tayînkirina qeyûman jî destnîşan kir ku îktîdar bi qeyûman taktîkek cuda xistiye dewrê û got: "Diviya ji nav meclîsa şaredariyê kesekî/ê bike şaredar, lê radibe qeyûm tayîn dike. Yanî divêtiyên hiqûqê pêk nayne".
‘EM MECBÛR IN XWEDÎ LI QANÛNA BINGEHÎN DERKEVIN'
Îslam, ji bo zimanê cihêkariyê yê li hemberî partiya wan tê bikaranîn jî got: "Kî têkeve ber wê, dixwaze perçe perçe bike. Li Tirkiyeyê ne meseleya wê partiyê an jî vê partiyê ye, xirab be jî em mecbûrî pêşî xwedî li Qanûna Bingehîn derkevin, wê bidin şoxulandin û biguherînin".
Îslam, bal kişand ser zextên li ser HDP'ê jî û got: "Ji bo armancên siyasî yên HDP'ê berteng bibin bi zext û zoriyan bi ser de diçe. Dixwazin HDP ne partiyeke Tirkiyeyê tenê partiyeke herêmî be û bi kurdan re eleqedar bibe. Ev hem ji bo siyaseta Tirkiyeyê hem jî ji bo pêşeroja HDP'ê nebaş e". Îslam, destnîşan kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber xwedî muxalefeteke xurt bû hatiye girtin û got, li Tirkiyeyê hiqûq hatiye binpêkirin.
‘AKP KETIYE ETRA PÊPAŞKAN BAVÊJE BER MUXALEFETÊ'
Îslam, destnîşan kir ku yek ji kozên mezin ên AKP'ê derdora muhafizekar e û bal kişand ser helwdanên darbeyê yên di dema AKP'ê de: "Vîna gel nahesibîne. Ev bi kêrî tu kesî nayên. Mecbûr in rêz û hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Em partiyên muxalefetê jî ji bo demokrasî û amfên mirovan çi ji destê me bê em ê bikin. Li ser muxalefetê zext û zorî hene. Ji xwe zextên li ser HDP'ê pir aşkere ne. Dixwazin pêpaşkan bavêjin ber muxalefetêî bêhêz bikin û bi ser bikevin".
KESÊN JI AKP'Ê VEDIQETIN
Îslam, anî ziman ku guherînên mezin li bendî siyaseta Tirkiyeyê ne û got, AKP ji ber partiyên nû hatine avakirin pir nerihet e. Îslam, destnîşan kir ku AKP, partiya serdemên awarte ye û got: "Roja îktîdar ji dest biçe, ji ber ku partiyeke rantê ye wê belawela bibe. Loma em ji AKP'ê re dibêjin partiyeke Makyavelîst e. Yanî ji bo îktîdar ji dest neçe her tiştî dike. Dibe ku du tişt biqewimin; an wê xwe bide ser hev û vegere kodên xwe, an jî wê hêdî hêdî berbelav bibe".
‘EM MIZRAKLI NAS DIKIN'
Îslam, ji bo Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî got: "Em hevpîşeyên hev in. Berî bi KHK'ê ji peywirê bên avêtin, li Qersê dimam. Gava bi KHK' hatim avêtin, mala wan ava gelê herêmê nerazîbûna xwe nîşan dabû û xwedî li me derketibûn. Birêz Mizrakli hem hevpîşeyê min e, hem hevalê min ê Odeya Bijîşka ye, hem jî li Meclîsê muhabeteke me hebû. Min pir sûd jê digirt. Em baş dizanin Selçûk Mizrakli mirovekî çawa ye. Tiştên pê tê tawanbarkirin, îdia û tiştine wisa ne ku nayên îspatkirin jî".