RIHA - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, tecrîda li Îmraliyê nirxand. Ocalan, destnîşan kir ku divê tecrîd bi dewleta tirk tenê neyê sînordarkirin û got: "Tenê dewleta tirk kurdan qir nake. Ev rewş ji hêla NATO û hêzên navdewletî ve jî hatiye pejirandin".
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Parlementer Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bibîr xistin û got, piştî van çalakiyan hevdîtin pêk hatine û malbat 3 caran û parêzer jî 4 caran çûne Girtîgeha Îmraliyê.
Omer Ocalan, anî ziman ku Rêberê PKK'ê di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn helwesta xwe ya demokratîk û siyaseta demokratîk careke din nîşan daye. Parlementer Ocalan, got: "Lê belê dewleta Tirkiyeyê pevçûn kûrtir kirine û bi feraseteke pragmatîst tev geriyaye. Yanî sala 2019'an bûye saleke antîdemokratîk".
'DI SALA 2019'AN DE ZÊDETIR BÛ'
Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e didome û got: "Bi salan hevdîtin pêk nehatin. Niha jî cezayê dîsîplînê li Birêz Ocalan û girtiyên din birîne. Li gor dîtina me di sala 2019'an de tecrîd zêdetir bûye û bûye sala ku hiqûqa xwe jî bin pê kirine. Her wiha di sala 2019'an de li her çar perçeyên Kurdistanê jî şidet zêde bû û bû sala netehemulkirina destkeftiyên kurdan û polîtîkayên tasfiyekirinê".
‘TECRÎD Û ÎZOLASYON PIRSGIRÊKÊ GIRANTIR KIR'
Parlementer Ocalan, destnîşan kir ku dewletê li Kurdistanê polîtîkaya tunekirin, binpêkirin û tasfiyekirinê esas girtiye û got: "Dewletê, bi tecrîdkirin
û îzolekirina Birêz Ocalan pirsgirêka kurd kûrtir kiriye. Mafên qanûnî yên Ocalan hene, lê pêk nayên. Ji ber vê mirov nikare behsa Qanûna Bingehîn bike. Ne rêgez ne jî qanûna bingehîn heye. Hemû hatine rawestandin. Dewlet bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, dixwaze ji vê bêçaretiyê xelas bibe".
‘LI PIŞT WÊ DYA Û NATO HENE'
Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê tenê bi polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê nayê îzahkirin û got: "Tenê dewleta tirk kurdan qir nake. Ev rewş ji hêla NATO û hêzên navdewletî ve jî hatiye pejirandin. Hin kes radibin dibêjin 'ev şer bûye cihê fikaran'. Lê navenda pêkanînên tên kirin DYA ye. Çekên pê xwîna kurdan tê rijandin, çekên NATO'yê ne. Li ber me rastiyeke wekî Almanyayê heye. Çekên ku niha dewleta tirk li kuçe û kolanên Kurdistanê dişoxulîne piranî jê ên Almanyayê ne. Em baş dizanin bê ev tanq û top ji ku tên kirîn".
Parlementer Ocalan, anî ziman ku Rêberê PKK'ê tim û tim ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn peyamina dide û got: "Lê mixabin em dizanin di vî şerê li Rojhilata Navîn de herî zêde tiliya NATO'yê heye".
Ocalan, destnîşan kir ku tecrîd jî girêdayî vê polîtîkayê ye.