ŞIRNEX - Li Şirnexê ji bo Dengbêj Salihê Şirnexî yê di qedexe û dorpêça Navçeya Sîlopî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, dîwana dengbêjan danîn.
Li Şirnexê ji bo Dengbêj Salihê Şirnexî yê 4 sal berê di sala 2015'an de di qedexe û dorpêça Navçeya Sîlopî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, bernameya bîranînê li dar xistin. Dengbêj Salihê Şirnexî (Salih Erener) di 27'ê Kanûna 2015'an de ji ser hişê xwe çû û ji ber qedexeyê nekaribûn rakin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê li avahiya partiyê bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameya bîranînê de parlamentera Şirnexê Nuran Îmir, Dengbêjên Botanî û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane sinevizyona hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştre dîwana dengbêjan ava kirin û ji bo Şirnexî stran gotin. Dengbêj kilam strîn û guhdar xistin nava hestên kûr.
Parlanentera Şirnexê Nûran Îmir li vir axivî û got: "Di qedexeyan de Şirnexî bajar terk nekir. Ji ber ku negîhişt nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Em hunermendên jiyana xwe ji dest dane qet ji bîr nakin."