WAN - Endamên SES'ê 3 kedkarên tenduristiyê yên dema qedexeyên derketina derve li Cizîr û Elkê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê, kedkarên tenduristiyê Eyup Guven û Abdulazîz Yûlar ku di 2015'an de di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatibûn kuştin û Şeymûz Dûrsûn ku li Elkê hatibû kuştin bi bîr anî. Bernameya bîranînê, li Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriya (KESK) hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Seroka Paltformê Fatma Arslan, di bernameyê de axivî û diyar kir ku ji bo hedefgirtinê peyv û daxwaza aştiyê bes e û wiha got: "Weke kedkarên tenduristiyê ku timik aştiyê diparêzin em vê pêvajojê ji nêz ve dijîn. Ked û bedelên ku em ji bo aştiyê didin ne nûne. Sozê me ji bo Eyup Guven, Abdulazîz Yûlar û Şeymûz Dûrsûn ew ku em ê heta dawiyê aştiyê biparêzin."