RIHA - Endamê Berê yê Meclisa Giştî ya Bajar a Rihayê Bozan Karayilan ê HDP'î, hat girtin.
Endamê Berê yê Meclisa Giştî ya Bajar a Rihayê Bozan Karayilan ê HDP'î ku roja înê li navçeya Bêrecûk a Rihayê, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, Bi hinceta "Endamtiya Rêxistinê" hat girtin.
Hat hînbûn ku Karayilan, li ser îfadeya "Derbasbûna me ya ji sînor pêk dianî" kesekî ku ji qanûna poşmaniyê sûd wergirtiye, hatiye girtin.
Karayilan şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.