DERSIM – Li Dersimê ji ber barîna berfê rêya 139 gundan hat girtin. Li navçeya Pulurê ji bo perwerdehiyê rojek betlane hat ragihandin.
Li Dersimê barîna berfê didome û bandorek neyînî li ser jiyana gund û navçeyan dike. Ji ber barîna berfê rêya 139 gundên girêdayî navendê û navçeyanên wê li çûnehatê hat girtin. Miduriyeta Perwerdehiya Milî ya Pulurê ji ber barîna berfê rojek navber da perwerdehiyê û betlane ragihand.
Îdareya Taybet a Dersimê ragihand ku ji bo rêya gundan were vekirin xebatên xwe didomîne.