AMED – Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên piştî qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hatin girtin sewqî Erziormê hatin kirin.
Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin di 23’ê Kanûnê de hatin girtin. Buluttekîn û Ozdemîr ên li Girtîgeha Amedê dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatin kirin.
Hat zanîn ku bi sedema ewlehiyê hevşaredaran bi rêya hewayî birine Erziromê.