AMED – Nivîskar Osman Ozçelîk diyar kir ku xebatên Tora Ziman û Çandan li dijî asîmîlasyona çand û zimanê xebatek girîng e û got: “Heke hişmendiya ziman tune be, dê hişmendiya neteweyî jî ewqas lawaz be.”
Tora Ziman û Çandan dê di 11-12’ê Çileya 2020’an de komxebatê li dar dixe. Nivîskar Osman Ozçelîk têkildarî mijarê diyar kir ku Tora Ziman û Çandan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê girîng e û wiha got: “Polîtîkayên dewletê yên bişaftinê, armanc dike ku çand û zimaniya yekerestiyê pêş bixe. Zimanê me qedîm e. Hebûna me gav bi gav tê tune kirin.”
‘HETA ZIMAN FERMÎ NEBE, JI LAWAZBÛNÊ XELAS NABE’
Ozçelîk, da zanîn ku 45 nûnerên saziyên civakî ji bo Kurd karibe zimanê xwe biparêze pêwîstî bi vê yekê dît û wiha axivî: “Gelek xemxûrên zimanê kurdî ji bo avakirin û pêşxistina vê torê dest bi xebatekê kirin. Dê gelek maseyên komxebatê werin saz kirin. Wek nivîskar, weşanger, hunermend saziyên sivîl yên demokratîk ên kurdan û wekî din. Her beş dê li ser mijara xwe pirsgirêkên heyî û çareseriya wê niqaş bikin û bikin rapor. Heta li her qadê ziman neyê axaftin û nebe yê perwerdehiyê, ziman ji windabûnê xelas nabe."
‘YEKÎTÎ BI ZIMAN PÊK TÊ'
Ozçelîk, destnîşan kir ku pewistiya wan a herî girîng bi hişmendiya neteweyî heye û wiha berdewam kir: “Divê bi hişmendiya neteweyî yekitiya gelê kurd ava bibe. Hişmendiya neteweyî jî bi hişmendiya ziman ve girêdaye. Heke hişmendiya ziman, çand, dîrokê pêş nekeve; hişmendiya neteweyî jî ewqas lawaz dibe. Divê em ziman ji windabûnê û lawazbûnê xelas bikin. Niha bi hezaran nivîskar û hunermendên kurd hene ku bi zimanê xwe hunerê dikin. Bi zimanê xwe berhemên xwe yên wêjeyî dinivîsin. Divê wek civak, milet, neteweyê kurd em bi tevahî daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî bikin. Divê her kes li mal û derve bi kurdî bi axivin û têkiliyê pêş bixin. Heke zarok û ciwan bi Kurdî biaxivin Kurdî zindî û pêşketî ye."
'DAGIRKER ZIMANAN WINDA DIKIN’
Ozçelîk, bal kişand ser axaftina li kolanan û wiha lê zêde kir: “Li kolanan bi Kurdî naaxivin. Ziman ji ber vê yekê di xetereyê de ye. Bi xêra dengbêjên me hunermendên me bi xêra dayîkên me zimanê şaristaniyê û heta îro hatiye. Dagirkerî zimanan winda dikin. Fîlozofekî îngîlîz di sala 1835’an de li ser asîmîlasyona Hîndîstanê li ser dagirkirina Hîndîstanê ji dewleta xwe re gotiye ‘divê em zimanê xwe û çanda xwe ya bi îngîlîzî li ser gelê Hindîstanê ferz bikin. Heke rojekê em ji wir derkevin jî ew ê bi ziman û çanda me mezin bibin û xwe ji bîr bikin. Niha welatên dagirker hemû wisa dikin.’ Zimanê xwe û çanda xwe li ser gelê ku dagirkirî ferz dikin û mixabin gelên ku hatine dagirkirin ji çanda xwe dûr dikevin. Ji hebûna xwe ji kesayetî ya xwe ji nirxên xwe bi dûr dikevin. Ev komkujiyeke spî ye, tevkujiyeke giran e. Divê em li hember vê tevkujiya spî ku li gor min ji tevkujiya xwînî girantir e. Em berxwe bidin xwe bi parêzin ji ber ku em dibêjin zimanê me hebûna me ye hebûna me bi zimanê me ve girêdaye. Tora me jî wê vê xebatê bike ku zimanê me û neteweya me bê parastin.”
WÊ NEXŞERÊYEKÊ AVA BIKIN
Ozçelîk, da zanîn ku tor destpêk e û wiha pêde çû: “Kesên xemxur, li ser çand, ziman û hunerê xebatê dikin. Siyaseta wan çi dibe bila bibe ji kîjan kevneşopiyê tên bila bên, zimanê me yeke. Tor dê li siyaseta mirovan nenêre. Çi kes hene ku xemxuriya zimanê kurdî dike çanda kurdî dike dikarin bi hevre xebatekê bikin. Tor dê bi komcivînê nekşeyerêyekê ava bike. Armanc parastina ziman û çandan e. Têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye."
‘ZIMAN JI BO HERKESÊ NIRXÊ NETEWÎ YE’
Ozçelîk, bal kişand ser erdnîgariya Kurdan û wiha bi dawî kir: "Li Rojhilata Navîn erdnîgariya kurdan 550 hezar kîlometre kare ye. Erdnîgariya me bi qasî Fransayê ye. Nufusa me li ser axa Kurdistanê herî kêm 40- 50 milyon e. Bi xwezayî siyasetên cuda, rengên cuda jî wê di nava me de hebin. Lê divê li ser nirxên neteweyî yekbûnek hebe divê siyaseta me cuda be çareserkirina pirskirêkên civakî dibe ku bi awayekî siyasî cuda bin. Lê ziman zimanê me hemiyane nirxê netewekê ye. Divê hemî siyaset hemî bîr û baweriyên cuda li ser ziman û nirxên neteweyî wek erdnîgarî, li ser dîrokê li ser qehremanên dîrokê yên welatê xwe wekî din ala xwe rengê xwe hişmendiyeke neteweyî peyda bibe. Ji van jî ya herî girîng ziman e. Em dikarin li ser ziman nêrînên me çiqas cuda be jî ji bo ku nirxê netewiye em dikarin li ser wê bibin yek. Gava li ser ziman li ser çand û hunera kurdî yekitiyek ava bibe hişmendiya neteweyî û yekitiya siyasî re jî rê vedibe. Ez bawer dikim xebatên wisa dê xizmetekê ji netewebûnê re û pêşketina hişmendiya neteweyî re bibe alîkar."
MA - Fahrettîn Kiliç / Mehmet Şah Oruç