WAN - Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê heye û wiha got: "Raste li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune, lê bi awayekî fîîlî ev ceza di meriyetê de ye. Heta ku mirov dimirin jî nayên berdan."
Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe bêtir xera dibe. Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 17 salên dawî de li Tirkiyeyê 3 hezar û 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Niha li girtîgehan 458 girtî jê rewşa wan giran in û bi giştî Hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li dijî girtiyên nexweş û bertekên xwe anin ziman. Başaran, diyar kir ku li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê heye û wiha got: "Raste li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune, lê bi awayekî fîîlî ev ceza di meriyetê de ye. Heta ku mirov dimirin jî nayên berdan."
Başaran, anî ziman ku ji ber AKP bi feraseta çareseriyê nêzî pirsgirêka gelê Kurd nabe, hêjmara girtiyên nexweş li girtîgehan zêde bûye û her diçe rewşa girtiyên nexweş bêtir giran dibin. Bajaran, da zanîn ku di demên dawî de girtiyên nexweş êdî nikarin bi serê xwe bijîn û wiha got: "Ji ber nayên dermankirin û nikarin bi serê xwe bijîn, li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Yek ji ve mînakê Emine Aslan Aydogan e. Wekî vê yekê gelek mînak hene. Hevserokên bajar û navçeyan yên partiya me mixabin bi van sepanan re rû bi rû ne. Li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Dibe ku li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune. lê bi awayekî fîîlî, cezayê îdamê didome."
'HER KU BÊDENGÎ HEBE DÊ MIRIN JÎ ZÊDE BIBE'
Başaran, destnîşan kir ku girtiyên nexweş, li nexweşxaneyan destê wan bi ranzayan ve kelepçekirî jiyana xwe ji dest didin û wiha bi dawî kir: "Ev li dijî sincê mirovahiyê ye. Bi vê yekê dixwazin girtiyan rê rûmet bihêlin. Mafê girtiyan ê tenduristiyê ji destê wan digirin û wan terkî mirinê dikin. Ji bo em dengê girtiyên nexweş ên di nava çar dîwaran de li meclîsê bilind bikin em pir têdikoşin. Lê ev ne bes e. Mixabin civak li hemberî vê yekê bêdeng e. Heta bêdengî hebe dê mirina girtiyên nexweş jî bidome. Divê em tev bi hevre dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî pêkanînên ku rûmeta mirovan tune dihesibîne bêtir dengê xwe bilind bikin."